YGK: Viyan hevaltiya bi Rêber Apo ya rast e

YGK: Viyan hevaltiya bi Rêber Apo ya rast e

Yêkitiya Gaziyên Kurdistanê (YGK) bi peyamekê yek ji fermandarên PKK’ê Viyan Soran (Caf) ku bi boneya protestokirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berdabû bedena xwe bi bîr anî.

YGK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Komploya navneteweyî bi namerdane bipêş ket ruhê li hemberî wê bipêş ket jî di asta lutke de fedaîyane û bêhempa bû.” Daxuyaniya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê wiha ye:

“ Kurdan 15’ê Sibatê ji xwe re kir rojeke reş û jiyana wê rojê tevizand, cemidand, êşiya, xwe xiste nava lêpirsîneke kûr. Her roja 15’ê Sibatê jiyana xwe bi vî rengî domand ji xwe re kir kevneşopiyeke ku dê her berdewam bike. Ji bo komplo vala derkeve ji roja komplo pêş ket heta  niha gelê Kurd di nava berxwedanê de ye û li ser piyan e, slogana sereke, armanca sereke Azadkirina Rêber APO ye. Ji ber ku Bê Rêbertî çi ye ji nêz ve nas kiriye, pê dizane. Komplo him ji bo militanên PKK’ê him jî ji bo gelê Kurd dihat wateya kêmasiyeke mezin, hevalbendiyeke kêm. Derbaskirina vê kêmasiyê jî tenê bi Azadkirina Rêber APO dikare pêk bê.

Rumeta ku Rêber APO bi me daye qezenckirin beramberî wê çi were kirin jî kêm e. Hevaltiya rast a bi Rêber APO bi ruhê paqij ê wek Şehid Viyan dikare were kirin. Ger em dixwazin Hevaltî bi Rêber APO bikin, pîvana me ya herî esasî VİYAN e. Viyan hevaltiya bi Rêber APO ya rast e, Hevaltiya tam e. Hevaltiya kêm bihurîn bi tenê Viyan fêhmkirin dikare pêk bê. Viyan di fedaîti de israr e, fedaîtî her dem her kelî jiyankirin e. Ji bo ku 15’ê Sibatê careke din nebîne, jiyan neke xwe li derdora Rêber APO kir agirek ji Agirê Ferhatan, Necmiyan, Rehşanan, Ronahî û Xalidan. Ew agir e ku di dilê hemu Şervanên PKK’ê, keç û xortên Kurdistan de li hemberî komplo biteke, bibe kîn.

Di rojên ku salvegera komploya Navneteweyî nêz dibe de em bi ruhê Viyan xwe bixin nav lêpirsîneke kur ku komplo bi hemu awayî ji holê rabe û Rêber APO azad bibe. Ji ber ku pîvana me ya lêpirsînê Viyan e. Em bi navê Yêkitiya Gaziyên Kurdistanê Şehit Viyan di 7. Salvegera şehadeta wê de bibîr tînin, soza xwe nu dikin, bejna xwe li hemberî hemu şehidan ditewînin.”