YÎBO dibistanên qirkirina çanda Kurdî ne

YÎBO dibistanên qirkirina çanda Kurdî ne

Gerîlayê Kurd Yilmaz Herekel "Hakan Semo" ku yek ji mexdûrên dibistana YÎBO ye, anî ziman ku zarokên Kurd di YÎBO'yan de bi şêweyên îşkencekirinê ji çanda xwe tên dûrxistin.

Gerîlayê Kurd Yilmaz Herekol ê bi navê “Hakan Semo”, sala 1993 an li gundê Sak ê ser bi navçeya Wan Şaxê ji dayîk bûye. Herekol di heft saliya xwe de çûye dibistana Herêmê ya Seretayî ya Leylî  (YÎBO) û heşt salên ku li wê derê derbas kirine ji me re bi ziravî tîne ziman. 

Bi nêrandinên xemgîn û bi kînekî dijwar vegeriya wan rojan û wiha destpê kir “Ez jî yek ji wan ciwanên ku bi destê malbata xwe dikevin nava lepên dijmin de. Tenê ji milekî ve şensê min hebû ew jî ez di heft saliya xwe de çûm Dibistana Herêmê ya Seretayî ya Leylî (YÎBO). Zarok ji xwe heyanî heft saliya xwe fêrî ziman û çanda xwe dibe, lê belê niha zarokan bi temenekî hîn biçûktir digirin YÎBO'yan û wan perwerde dikin.”

Herekol sedemê rêkirina malbatên Kurd zarokên xwe ya li YÎBO wiha nirxand: “Du sedem hene ku malbat zarokên xwe rê dikin YÎBO. Ya yekemîn girêdana wan bi ol ve ye, ji xwe ‘Fethullaçî’ ango ‘cemaat’ bi rêya dîn xwe di nava civaka Kurd de birêxistin dikin. Li gorî nêrîn û zîhniyeta wan YÎBO zarokên wan ji xerabiyê diparêze. Sedemê duyemîn jî her tiştekî YÎBO belaş e. Xwarin, vexwarin, kincên te û her tiştê te ji hesabê wan e. Heyanî gelek caran ji bo şagirtan bi xwe ve bidin girêdan pere didin wan. Malbat jî ji bo zarokên xwe bidin xwendin û li gorî xwe pêşerojekê ji wan re ava bikin, çarenûsa zarokên xwe bi YÎBO ve didin girêdan. Lê belê ji xwe napirsin gelo ev mamoste zarokên wan fêrî çidikin, yan jî bi çi awayî wan perwerde dikin. Tenê derdê wan ewe ku zarokên wan bixwînin û bibin xwedî pere. Li gorî wan ciwanên nexwenda wê birçî bimînin û wê hertim şivantiyê bikin.” 

'BI ÎŞKENCEYÊ DXIWAZIN BÎRDOZIYA XWE BI ZAROKAN BIDIN PEJIRANDIN'

Gerîlayê Kurd Herekol, di nava axaftinên xwe de behsa sazûmane wan kir û çi zorî û zehmetî kişandine wiha anî ziman: “Ez di heft saliya de xwe çûm YÎBO. Heyanî ez fêrî pergala wê derê bûm, birayên min ên mezin bi min re bûn alîkar. Zagonên wan gelekî balkêş bûn. Destpêke te ji malbatê, civakê û herkesî qut dikin. Cîhana te ewqasî teng dikin, ti carî destûr nadin ku tu ji derveyî wan bifikire. Ji bo tu bê agahiyê wan dernekeve derve nobedarên wan hene. Derdorê dibistanê ewqasî asê kirine ne mumkine ku tu ji dibistanê bireve. Mirov ji wê sazûmane wan dibizdiya, ew sazûman bes bû ku tu hertim di xefka tirsê de be. Demjimêr 07:00 û 07:30 me dest bi perwerdê dikir heyanî demjimêr 13:00’an. Êvarî jî em 4 seatan li ser dersên xwe dixebitîn. Perwerdeya me hemû li ser dîroka Tirkan bû. Tevî ku gelek zarokan bîr nedibirin PKK ê çiye û çi partî ye, hertim ji milê neyînî û xerab ve behsa rêxistinê dikirin. Destpêke hemû mamosteyên me Tirkên herî faşist bûn û nefret ji Kurdan dikirin. Em  hezar û 500 zarok bûn û hemû jî zarokên Kurdan bûn. Ji xwe zimanê Kurdî ji kokê hatibû rakirin û hemû hewldayînên wan ew bû ku destpêke zarokan fêrî Tirkî bikin.” 

Herekol pirsên serê me ku gelo ew zarok bi çi awayî fêrkirine, bi vî awayî bersivîne. “Şêweyên wan ê fêrkirine, lêdan û heqaret bû. Bi rêya lêdanê û sixêfkirine tu rencîde dikirin. Te tenê carekê li wan guhdar nekiribane, bi daran, pehînan, hesinan diketin ser ruhê te de. Nedigotin ev zarok wê bitirse yan jî wê nesaxbikeve. Carna digihîşte asta ku difna zarokan xwîn bikin. Min bi xwe jî gelekî lêdan ji destê wan xwariye. Hertim fikare me ew bû ku kesek were me ji destê wan rizgar bike. Li pêşiya lêdan û îşkenceya wan ji zarokan re, kesek nedibû asteng. Em hinek caran direviyan malê û me xwe diavête ber rehmeta malbatê. Lê belê malbatê şûna ku me ji destê wan rizgar bike û ji YÎBO derxîne, dîsa em dianîn YÎBO û ser wê de li pêşiya mamoste li me dixistin. Bawer nedikirin ku ew mamoste wê zilmê li me dikin.” 

'MAMOSTE ZAROKAN FÊRÎ EZEZTIYÊ DIKIN Û JI CIVAKÊ DÛR DIXÎNIN'

Herekol nêzîkatiyên mamoste ji şagirtên xwe re wiha tîne ziman; “Mamoste cûdayî dixistin navbera zarokan de. Zarokên ku sazûmana wan pejirandibane, destûr didan ku piştî temenekî derkevin nava civakê. Li wan nedixistin û ew diparastin. Dawiya wan zarokan jî tarîtiyeke dijwar bû. Netenê ji çanda xwe dûrdiketin, di nava polîtîka helandinê de difetisîn. Wexta mamoste li me xistibane, bertek ji wan dernediket. Mîna ku em wê lêdanê heqdikin, dengê xwe nedikirin. Bê îrade mabûn û fêrî ezeztiyeke gelekî kûr bibûn. Ji exlaqê xwe yê civakî dûrketibûn û tenê derdê wan ew bû ku têkevin çavê mamoste û bixwînin. Ew zarok hem ji milê mamoste ve dihatin hezkirin hem jî civakê bi serê wan sûnd dixwarin. Lê belê ji ber em fêrî sazûmana YÎBO nabin û ji xwendine direvin malbat û civakê em nedipejirandin. Bawerî nedidan me ku em karekî baş bikin. Di milê derûnî de ev nêzîkatî gelekî bandor li me dikir. Ez ji dibistanê reviyam û ew lêdana mamosteyan dilê min bi kînê pêçandibû. Min û hevalên xwe me hertim pîlansaziya xwe çêdikir ku tola xwe ji wan mamosteyan hildin.” 

TENÊ DU RÊ LI PÊŞIYA ME HEBÛN

Herekol piştî demekê dikeve nava lêgerîna xwe çawa ji destê wan rizgar bike û têkiliyên xwe bi PKK ê re çêbike. Gelekî hewl dide û tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla wiha anî ziman “Tenê du rê li pêşiya me hebûn, an emê jî mîna wan zarokên din bijîn û koletiya dijmin bipejirînin, an jî emê berê xwe bidin çiyan û tevlî nava refên gerîla bibin. Carekê min xwest ez tevlî bibim, min nikarîbû, lê belê cara duyemîn ez sala 2011 an tevlî bûm. Tola herî mezin ji mamoste rakirin, tevlîbûna gerîla ye. Ji ber gelekî hewl didan ku em tevlî nava refên gerîla nebin. Wexta ku ez hatim çiyê mîna ku ez bi salan di zîndanekê de bûm û ez ji nûve nefes digirim, heyecana jiyanê kete dilê min de. Her çi qasî min di destpêka piratîkê de zorîtî kijandibim jî, lê belê piştî ku ez fêrbûm, girêdaneke min a mezin bi Rêbertî, şehîdan, hevaltî û çiyan ve çêbû.”
Herekol di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku bila pereyên “Fethullaçiyan” ango “Cemeatê” çavê Kurdan tejî neke û zarokên xwe nexin nava lepên wan de.