Yildirim: Çima dema Kurd dibin mijara gotinê huquq cuda dibe

Yildirim: Çima dema Kurd dibin mijara gotinê huquq cuda dibe

Parlementerê BDP’a Mêrdînê Gûlser Yildirim di parastina ku pêş dadgeh daxaza wî ya serbest berdanê red bike de diyar kir ku li rexmê Mûstafa Balbay 34 sal cezayê wî hebû jî lê hate berdan. Yildirim wiha got: “Çima dema Kurd dibin mijara gotinê huquq cuda dibe? Huquqekî ji bo Kurdan tê bikar anîn a cuda heye? Em ne li dijî serbest berdana Balbayîn. Mustafa Balbay weke yekî ku 34 sal ceza girtî jî lê dîsan hate berdan. Dadgeha Destora Bingehîn wiha biryaran dide. Çima daxaza me tê red kirin? Ji ber ku ev der dadgehên Amedê ne? Di derbarê vê civakê de nêrînekî wiha çêbû. siyaseta ku em dikîn ji bo berjewendiyê civaka Tirkiyê ye. Ger ku dadgeh bersivekî nerênî bide em dîsan jî parlementerên gelîn. Hemû hevalên ku li vir tên ceza kirin siyasedmedarin.”

JI BO BIRYARÊ ŞERHA MUXALEFETÊ

Piştî parastina sucdaran dadgehê ji bo parastinê mafê axaftinê da parêzeran jî. Dadgehê ku piştre biryar aşkera kir, ji bo 8 kesên ku parlementer Gûlser Yildirim jî dinav de biryara berdewam kirina girtina wan da. Parêzerê endamê dadgehê Îsmaîl Yogurtçû biryara ku hatiye dayîn di aliyê Gûlser Yildirim de şert û mercên şerha Muxalefê danîn.

Rûniştina dûzê hat talox kirin.