Yilmaz Guney li ser gora xwe hat bîranîn
Yilmaz Guney li ser gora xwe hat bîranîn
Yilmaz Guney li ser gora xwe hat bîranîn
Yilmaz Guney li ser gora xwe ya li Goristana Pere Lachaise ya li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn.
Civata Platforma Parîsê ya Rêxistinên Civakî yên Demokratîk, Yilmaz Guney li ser gora wî bibîr anîn. Nêzî 250 kes, saet di 14:00 de li ser gora Guney a li Goristana Pere Lachaise hatin cem hev.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre metna hevpar a platformê hat xwendin. Di metnê de hat gotin, "Di Îlona 1984'an de ji eniya çand û hunerê ya şoreşgerî tovek ket vê axê. Navê vê tovê, çavkaniya referansê ya hunermendên şoreşger û mînaka pratîka wê Yilmaz Guney e ku li eniya gel ev nav baş tê zanîn..."
Di merasîma bi beşdariya nûnerên ACTIT, ATIK, Alinterî, Odak, Navenda Çandê ya Dêrsimê, Bîrkar, Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd de, bal hat kişandin ser mijarên. Taksîm, Rojava û bûyerên dawî yên siyasî.
Li ser navê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd Îsmaîl Goksûngûr bi Kurdî peyivî û behsa çîroka jiyana Yilmaz Guney kir. Dûre, bi sirûd, stran û dirûşman, merasîma bîranînê bi dawî bû.