YJA Star: Dema Kurdan nêz e

YJA Star: Dema Kurdan nêz e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Artêşa Jinê YJA Star, bi wesîleya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand û hat gotin, "Rojên ku Kurd dema xwe bijî, ji her demê nêzîktir e."

Di peyama nivîskî ya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de hat gotin, "Cejna vejîn û azadiyê ya 15'ê Tebaxê, di serî de li afirînerê berxwedanê Rêber Apo, şehîdên me yên leheng, şervanên azadiyê yên li çiyê û li tevahiya gelê me pîroz be. Di kesayetiya lehengê mezin ê 15'ê Tebaxê hevalê Egîd, li pêşberî hemû şehîdên xwe yên leheng, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çîroka Kurdan, rastiya xelkekî ji xweliya xwe afirî ye. Ji gelek lehengî û berxwedanên mezin re şahidî kiriye, li ber tinebûnê xwe gihandiye asteke ku ji gelan re bibe mînak. Desteya berxwendanê ya gelekî ye..."

Fermandariya Giştî ya YJA Starê da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê roja afirandina nûbûnê ye û got, "Roja serîrakirina li dijî deshilatdarên dixwestin di warê leşkerî, siyasî û çandî de bi qirkirinê li Kurdistanê encamekê bi dest bixin. Bi pêşengiya hevalê Egîd, nîşaneya vejîna gerîlatî û şervaniya azad a Kurdistanê ye. Li dijî rejîma Tirk a darbeya 12'ê Îlonê, îsyana hebûnê ya gel e. Desteya meşa azadî û vejînê ya gel e. Desteya azadiyê ya Zîlanan, Bêrîtanan, Arjînan, Binevşan û Rojînan e."

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Keç û xortên Kurd ên bi têkoşîna gerîla re li çiyê agirê azadiyê dadan, nirxên azadiyê li nava civakê bicih kirin û ev yek jî bû sedem ku miletekî vejîna xwe temam kiriye û çareseriya xwe diafirîne, derkeve holê. Ev gel gihaştiye asteke ku bandorê li tevahiya cîhanê dike û bûye hêzeke alternatîf. Şoreşa gel a îro li Rojava deng vedide nîşan dide ku rihê 15'ê Tebaxê pêl bi pêl li çar parçeyên Kurdistanê belav dibe. Ti hêz û sîstem li holê nemane ku giyana azadî û berxwedanê ya gelê Kurd ji nedîtî ve were. Di warê îdeolojîk, pergalî û siyasî de em bihaştine wê astê ku ji gelên din re pêşengiyê bikin. Hatina rojên îro bêguman ne hêsan bû. Yên ku zehmetiyên teqandina fîşeka yekemîn jiyan, li gel hemû destwerdanên derve û hundur li ber xwe dan, tevî hemû bêbaweriyan jî ketin ser û bêyî li siberoja xwe bifikirin xwe avêtin refên pêş, nirxên herî bingehîn ên ev roj ava kirine. Bi hêza mezin a vê mîrateyê re, têkoşîna gerîla, artêşbûyîna jinê û modêla civaka azad derketiye holê. Weke YJA Starê, di warê şervanbûyîna azadiyê ya jinê û milîtanbûyînê de em hîn xurtirin û xwedî biryar ku têkoşîneke dîrokî ya li gorî giyana 15'ê Tebaxê bimeşînin. Li ser bingeha dilsoziya bi nirxên xwe yên pîroz û Rêberê xwe de, cejna vejîn û berxwedanê bi coşeke mezin pîroz dikin û destnîşan dikin ku emê di pêvajoya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk de rola aktîf bileyzin."