YJA STAR: Gel bitevlîbûna Newrozê piştgiriya xwe ya bi Serokatî re nîşan da

YJA STAR: Gel bitevlîbûna Newrozê piştgiriya xwe ya bi Serokatî re nîşan da

Fermandariya Biryargeha YJA STAR’ê peyamek weşand û Newroz pîroz kir. Fermandariya Biryageha YJA STAR’ê di peyama xwe de wiha got: “Pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan Kurd tevlî bûn û xwedî li Newroza 2013’an derketin, careke din nîşandaye ku têkoşîna me pir bi rêxistine, yekitiya demokratîk esas girtiye. Gel bi tevlîbûna xwe ya Newrozê piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye dest pêkirin, nîşan daye.  hesreta xwe ya ji bo azadiyê bidirûşmeyan bilind kirine.

YJA Starê da zanîn ku, ew cejna azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurd yê bi ruhê serhildanê daketine qadan pîroz dikin û  şehîdên têkoşîna azadiyê careke din bi rêz bibîrînin.  YJA STAR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir  ku têkoşîna azadiyê ya ku her tim ruhê berxwedana Newrozê bilind kirine, gihiştine asteke gelek girîng.

Her wiha hate diyar kirin ku, di vê qonaxê de bi azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê biçin serkeftinê û her wiha hate gotin ku, niha di qonaxa avakirina jiyanek û civakek azad ne. daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Berxwedan û kevneşopiya Newrozê ya ku ji bo têkoşîna me bû ronahî dê bidome. Gelê me bi ruhê serhildanê xwedî li Newroza 2013’an derketine û bi milyonan keskî Newroz pîroz kiriye. Gelê me bi tevlibûna piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin nîşan daye. Cejna me ya Newrozê ya ku dê starta pêvajoyeke nû bide, dê peywirên girîng bide ser milê me. bê guman bi bilindkirina têkoşîna dê ev şens bê bidestxistin.  Gelê me jî ji bo vê amadebûna xwe nîşan daye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Em dê her tim li berxwedana Newrozê ya Mazlûman, Zekiye, Ronahî û Bêrîvanan derkevin. Em dê helwesta wan ya bi biryar esas bigirin û têkoşîna xwe bilind bikin.  em li pişt îradeya çareseriya ku serokatiya me daye holê ne.  Em bi îrade û biryareke mezin dê li vê derkevin. Em bi vê wesîleyê careke din Newroza 2013’an gelê xwe pîroz dikin.”