YJA STAR: Gêrîla Saniye di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da

YJA STAR: Gêrîla Saniye di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Biryargeha YJA STAR aşkera kir ku, gêrîla Saniye Encu ya bi nasnavê Zîlan Human Evrensel di 25’ê Sibatê li Herêmên Parastina Medyayê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da.

“Gele me yê heja û berxwedanvan, weki hûn jî dizanin şoreşa gelê Kurdistan bi bedelên gelek giran baha gihiştin van rojan. Rêhaval Zilan jî wekî keçeke Kurd u jinek Roboskî ji wan pakrewana bu. Ku ji roja tevlê refên gerilla bûye, heya daqa şehîd ketiye bi fedakari û cangoriyek mezin xwe fedakir.

Rêhavala Zîlan bibiryarek pir mezin li hemû qadan bi dil soziyekî xurt tekoşîn meşandin. Em wekî rêhaval Zîlan em dibêjin, em dê xwedî li daxwez û xeyalên wê yê azadiyê derkevin û bibin şopvanên rêya wê. Li ser vî esasî em hêvîdarin gelê Kurd û dayîkên Roboskî bîranînên rêhaval Zîlan bikin rihê serhildanên Newroza 2013’an. Li ser vî bingehî em carek din ji bo bîranîna Heval Zîlan û tevahî Şehîdên Kurdistanê bejna xwe di tewînin û soza xwe nû dikin.”