YJA'yê 4. Konferansa xwe pêk anî
YJA'yê 4. Konferansa xwe pêk anî
YJA'yê 4. Konferansa xwe pêk anî
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Yekîtiya Jinên Azad (YJA) Konferansa xwe ya 4. li darxist. Konferans bi beşdarbûna 100 delegeyan 4 rojan dewam kir. Jinên ku ji hemû perçeyên Kurdistanê û derveyî welat beşdar bibûn, rewşa jinan bi berfirehî gutûbêj kirin. Konferans bi dirûşma "Bi pêşengiya jinê, di xeta Rêber Apo de emê rizgariya demokratîk û jiyana azad ava bikin" pêk hat.
Axaftina destpêkirina konferansê ji aliyê endama kordînasyona (YJA) yê Fatma Adir ve hate kirin. Adir di serî de ev konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di kesayeta cangoriyên Rojavayê Kurdistanê de hemû cangoriyên şoreşê, gelê Kurd û li beşdaran pîroz kir û wiha berdewam kir: “Erka me ya herî bingehîn ewe ku em bibin şopdarên rêya şehîdan. Em di demekî de dijîn ku di hemû parçeyên Kurdistanê de tekoşîneke dijwar û bêhempa tê dayîn. Û herî zêde jî jin pêşengtiya vê yekê dike.” Adir bal kişande ser girîngiya şoreşa Rojava ji bo gelê Kurdistanê û wiha got: “Di roja îro de êdî wateya sînoran li ser vê axê nemaye. Ji ber ku dilê gelê kurd di hemû parçeyan de bi hevre û ji bo armancekî lêdide. Ji bo ku ev pêvajo bê ku bixetime were meşandin, pêwîste em weke jin ji her demê zêdetir pergala xwe ya demokratîk bûnê ava bikin û xwedî li pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad derbikevin. Fatma Adir di dawiya axaftina xwe de behsa girîngiya rêxistin bûna jinê kir û got: “Pirsgirêkên rêxistinkirina jinan yek ji mijarên bingehîne ku di qada civakî de tên jiyîn. Emê di vê konferansê de bi berfirehî van mijaran şîrove û binirxînin.”
Piştî axaftina vekirinê, rojeva konferansê hate diyar kirin. li gor vê yekê jî di serî de perspektîvên Rêberê Gelê kurd Abdûllah Ocalan ji konferansê re hate pêşkêş kirin. Her wiha raporên ku ji qadên cûr be cûr hatibûn, hate xwendin. Di raporan de xebatên hemû qadan yeko yeko hate nirxandin.
Di konferansê de mijara ku herî zêde hate nirxandin, rewşa rêxistinî bû. Rewşa civaka îro ya kurdistanê û bi taybet ya jin bû mijara guftigoyan. Di van nîqaşan de derkete holê ku şoreşgertiya kêm û lawaztiyên bîrodozî di kadroyan de dibe sedem ku em nekaribin xwe di hemû qadan de bigihînin jinê. Li ser vê yekê helwesteke rexne li xwe girtinê hate raber kirin.
Madeyeke girîng a din ku bû mijara konferansê, bername û plansazî ji bo demên pêş bû . Li ser vê bingehê ji bo hemû parçeyên kurdistanê bername û planên nû derketin holê. Yek ji biryarên girîng ê vê konferansê ew bû ku wê YJA tevî hemû astengiyên li pêşiya pêşxistina pêvajoya demokratîkbûnê, bi Rêberê xwe re be. Aktorê esasî yê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku azadiya wî misoger bibe. Konferansê biryar girt ku wê hemû xebatên xwe di eksena azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan de bimeşîne. Ji ber ku azadiya Rêberê wan tê wateya azadiya wan jî. Ji bo wê jî di serî de pêwîste nirx û destkeftiyên heyî bi taybet li Rojava werin parastin. Di vê de roja jin berbiçav û xwedî girîngiyekiye. Ji ber ku jin dînamîka pêşeng a civakê ye, ango xwediyê vê şoreşê jin bixwe ye.
Di dawiya konferansê de hilbijartin çêbûn. Di vê hilbijartinê de 7 kes weke kordînasyona YJA hatin hilbijartin.
Konferans bi axaftina girtinê ku ji aliye endama kordînasyona YJA Şafak Aryen ve hate kirin, bi dawî bû. Aryen axaftina xwe wiha destpê kir: “ev konferans di demekî gelekî girîng de çêbû. Ev konferansa me bi îdiaya ji holê rakirina hevaltiya kêm ya li hember Rêber APO ye. Em bi biryardariya xwe ya ji bo serkeftinê, hewil didin ku deyînê xwe bidin. Hevala Sara bi sekna xwe ya bi coş, moral û bi biryar, hevala Rojbîn bi kenê xwe yê xweşik, hevala Rojîn Gewda bi hêza xwe ya jiyanê, hevala Ronahî Reşo bi dilê xwe yê ciwan û hevala Viyan bi sekna jineke kurd di vê konferansê de li kêleka me bûn.” Aryen konferans li hemû jinên kurdu u Rojhilata Navîn pîroz kir û wiha got: “Ev konferans ne tenê ji bo jinên kurd ji hemû jinên Rojhilata Navîn re çavkaniya hêz û moralê ye. Herî zêde hestên berpirsartiya hevalan di vê konferansê de bû sedem ku seknekî bi îrade derbikeve. Di vir de derkete holê ku pêwîste em di dem û cihê xwe de bê ku dereng bimînin, tekoşîna xwe bênavber di hemû qadan de bimeşînin.” Şafak Aryen da diyar kirin ku: “emê hemû hêza xwe seferberî avakirina pergala xweseriyê bikin ku di navenda wê de jî azadiya Rêber APO heye. konferansê derxiste holê ku azdiya Rêber APO tenê bi avakirina pergala demokratîk ve misogere.”
Aryen bi destnîşan kirina pêşengtiya gerdûnî a jinê wiha domand: “Erkê me yê dîrokî ewe ku li hember dewlet netewê, em netewa demokratîk û hişmendiya demokratîk pêş bixînin. Em pêwîste polîtîkaya xwe ya civakî ji nûve dest bigirin. ji bo ku em bikaribin êrîşên modernîtya kapîtalîzmê li ser şêwazên jiyanê û têkîliyên civakî vala derbixînin. Polîtîkayên ku civakê biguherîne û tekoşîna li hember çanda tecavûzê bi hêztir bike.
Endama kordînasyona YJA Şafak Aryen di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li pêvajoya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û wiha got: “Dem dema hevdîtina bi Rêber APO ye. êdî dem dema hatina gel hev, hevgirtin û yêkîtiyê ye. Bi boneya serkeftina vê konfansê em careke din vê konferansê li Rêber APO, hemû şehîdan û bi taybet şehîdên Rojava û hemû jinan pîroz dikin.”