YJA'yê banga seferberiyê li hilbijêrên jin kir
YJA'yê banga seferberiyê li hilbijêrên jin kir
YJA'yê banga seferberiyê li hilbijêrên jin kir
Yekitiya Jinên Azad (YJA) vîna gel a ji bo hilbijartinên herêmî li Kurdistanê daniye holê silav kir û namzetên jin pîroz kir. YJA'yê got, "Em bang li jinan, gelê Kurd û hêzên demokratîk dikin ku bi awayekî hevgirtî û bi ruhê seferberiyeke mezin beşdarî xebatên hilbijartinê bibin."
Koordînasyona YJA'yê der barê hilbijartinên herêmî yên 2014'an de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA'yê vîna gelê Kurd a di xebatên pêşhilbijartinê de nîşan da silav kir û tevahiya namzetên jin ên bi pêşhilbijartinan diyar bû, pîroz kir. Her wiha ji hemû bernamzetên beşdarî pêşhilbijartinan bûn jî spas kir.
YJA'yê kampanya bi sernavê "Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk" a di 20 Kanûnê de dan destpêkirin bibîr xist û destnîşan kir ku armanca bingehîn a siyaseta demokratîk jina azad û civaka demokratîk e.
YJA'yê bang li jinan kir ku siyasetê ji qadên herêmî bidin destpêkirin û li tevahiya civakê belav bikin û got:
"Jin ku yek ji hêmanên bingehîn ên neteweya demokratîk e, bi vîn û rêxistinbûyîna demokratîk a di hilbijartinên herêmî de nîşan bide, wê rêxistinbûyîna demokratîk civakê û jinûve avabûnê pêk bîne. Tevahiya jin û gelên me wê bi vîneke demokratîk û azad û bi rêxistinbûyîneke xurt hemû saziyên mêtîngeriyê yên li Kurdistanê xalî bikin û bi hilbijartinê re wan derxînin. Dê cografya Kurdistanê ji hemû reng û dengên dijber paqij bike û wê bigihêjîne reng, deng û cewhera wê ya rastîn. Li ser bingeha perspektîfa 'Tu bi xwe bike, bi xwe ava bike' dê bi pêşengiay civakîbûna jinê, civakîbûna demokratîk bi pêş bikeve. Em bi bawerin ku ji bo hilbijartineke serketî dê hewldan û nêzîkatiyên pêwîst ji niha û pê ve jî were nîşandan."
Koordînasyona YJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hemû jin wê li ser bingeha perspektîfa "Rêberê azad, civaka azad, pêşeroja azad" xebatên hilbijartinên bimeşînin û vîna demokratîk deynin holê.
Herî dawî bang li tevahiya jinan, gelê Kurd û hêzên demokratîk hat kirin ku xebatên hilbijartinê bi hevgirtî û bi ruhê seferberiyeke mezin, bi zanebûna demokratîk û li ser bingeha serketinê bimeşînin û bi berpirsyariyên xwe rabin.