YJA’yê êrîşa Eşrefiyê şermezar kir

YJA’yê êrîşa Eşrefiyê şermezar kir

Yeketiya Jinên Azad-YJA bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa li ser Eşrefiyeyê şermezar kir.

YJA’yê di daxuyaniya dayî de balkişande ser tekoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê û da diyarkirin ku, pêşengtiya bihara gelan dike. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di encama keda mezin ya Rêbertiya me, ji gelên Rojhilata Navîn re bihara azadiyê aniye û tekoşîna avakirina civaka polîtîk û exlaqî her roja ku diçe hinek din ber bi sîstemekê ve diçe.”

YJA aşkera kir ku, ev tekoşîna ku pêş dikeve bandorê li ser parçeyên din yên Kurdistanê jî dike û berxwedana li Rojava weke “tekoşîna gelê Kurd ya li dijî koletî, mêtîngerî, hevkariya herêmî, îxanet, ruhî û her cure dagirkeriyên fikrî, aborî-menewî, tekoşîna serkeftinê ye.”

YJA destnîşan kir ku, êrîşa li dijî Taxa Eşrefiye ya Helebê weke astengkirina tekoşîna azadiyê ye, êrîş şermezar kir û wiha got:

“Hemû deman ev rejim bi rêbazên tunekirin, îmha û komkujiya dixwazin gelê me tune bikin. Gelê me jî bersiva wan bi serhildanên li kolanên Kurdistanê, li çiyayan bi tekoşîna gêrîlayan, bi hêzên parastina cewherî û bi sîstema xweseriya demokratîk dê bide.

Em weke Tevgera Jinên Azad komkujiya li ser gelê me yê Helebê şermezar dikin û didin diyarkirin ku, ew dê hesabê vê bipirsin. Em soz didin ku dê ji şehîdan re bibin bersiv, di serî de serê malbatan û hemû gelê Kurd sax be.”