YJA’yê ji bo 4’ê Nisanê banga hevdîtina dîrokî kir

YJA’yê ji bo 4’ê Nisanê banga hevdîtina dîrokî kir

Yekitiya Jinan a Azad (YJA) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir kut evli meşa Amara bibin.

Koordînasyona YJA’yê  der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku 4’ê nîsanê  li Mezopotamyayê jiyan ji nûve vejiyaye û diyar kirin ku bila Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz be.

4’Ê NÎSANÊ ROJA BILINDIRIRINA BANGA AZADIYÊ YE

Koordînasyona YJA’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “4’ê Nîsanê ji bo Rojhilata Navîn û Gelê Kurd xwedî cihekî gelek girînge û roja li dijî êrîşên pergala îmha û înkarê ye.  Dem dema banga azadiya biharê ye. 4’ê Nîsanê roja bilindkirina banga azadiyê ye. Rêber Apo bi pêngavên bi cesaret meşiya û gelê xwe jî tevli vê meşa azadiyê kir. Ji ber vê sedemê xwedîderketina li nirxên azadiyê û  têkoşînê, xwedî li rêbertiyê derketine.

Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe lêgerîna xeyalên jiyaneke azad ya ji bo jinan, gelê kurd û gelên cîhanê. Li Welatê me Kurdistanê ji ziman bigire heta nasname û çanda me tune bibû, vejîna rêbertiya me, gelê kurd, jinên kurd ji nû ve vejiyane.

MAHSUM Û MUSTAFA BI BÎR ANÎ

YJA’yê  diyar kir gelê kurd li dijî qedexe û zextên dewletê yên li Amara serî netewandine û  ewladên qehreman yên kurd Mahsun û Mustafa bedena xwe  kirine mertal. YJA  wiha pê de çû: “Li dijî rastiya şehîdan peywirên ku divê em bînin cih hene. Bi vê wesîleyê em hevalên xwe  Mahsum û Mustafa bibîrtînin û em soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîna wan didin.

HEYBETA AMEDÊ DIVÊ BIHEREKE AMARAYÊ

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevdîtina bi heyebet û dîrokî ya Amarayê divê ji 1’ê Nîsanê dest pê bike û heta 4’ê Nîsanê bidome. Pîrozbahiyeke bi klasîk dê kêm bibîmen. Çalakiyên bi 15’ê sibatê dest pê kir, di 21’ê Adarê de gihişt lutkeyan. Bi şîara ‘Ji serokatiyê re Azadî’ divê gel bi heybeteke mezin biherike Amarayê.

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

Roja 4’ê Nîsanê roja bilindkirina Têkoşînê ye. di vê esasê de di serî de jinên kurd û hemû gelê me li dora serokatiya me bibin xelek û ji her demê wêdetir bi coş û kelecaneke mezin têkoşîna xwe bilind bikin.  azadiya Rêber Apo azadiya meye.”