YNK bi lîsteke serbixwe tevlî hilbijartinê dibe
YNK bi lîsteke serbixwe tevlî hilbijartinê dibe
YNK bi lîsteke serbixwe tevlî hilbijartinê dibe
YNK’ê ragihand ku ew ê bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibin.
Li gorî nûçeya Pukmediayê, Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) civîna xwe polîtburoya xwe duh pêk anî û biryar da ku ew ê bi lîsteke serbixwe tevlî hilbijartinan bibin.
Hêjayê gotinê ye ku beriya demekê di navbera PDK û YNK’ê de peymaneke stratejîk hatibû morkirin. Her du partî jî bi hev re diketin hilbijartinê. Lê di civîna ku 31’ê adarê de, di navbera her du aliyan pêk hat de hate diyarkirin ku her partiyek çawa dixwaze dikare wisa tevlî hilbijartinê bibe.