YNK: Divê hersê serokatî piştgiriyê bidin Reveberiya Demî

YNK: Divê hersê serokatî piştgiriyê bidin Reveberiya Demî

Endamekê meclisa Yeketiya Nîştîmanê Kurdistanê (YNK) Aram Qadir daxuyaniya çapemeniyê da û di bang li her sê serokatiyên Herêmê kir ku xwedî li şoreşa Rojava derbikevin û piştgiriya xwe bidin rêveberiya demî a Rojava.

Endamê meclisa navendî ya Yeketiya Nîştîmanê Kurdistanê (YNK) Aram Qadir têkildarî şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de balkêşand ser pêşeroja Gelê Kurd û bang serokatiya herêmê, serokatiya hukumetê û serokatiya Parlementoya Kurdistanê kir û got, divê xwedî li nirxên netewî yên gelê Kurd derbikevin û jibo vê jî hemû pêngavên li Rojava tên avêtin piştgiriya xwe jê re nîşa bikin. Jibo vê jî ji hersê serokatiyên herêmê xwest ku piştgiriyê bidin rêveberiyiya demî ya Rojavayê Kurdistanê. Qadir di berdewama axaftina xwe de da diyar kirin ku li dijî derketina rêveberiya demî a Rojava tê wateya li dijî derketina hemû nirxên netewî yên kû li Rojava bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Lewra piştgirî dayîna gelê Rojava di heman demê de xwedî derketina nirxên netewî yên tevayî Kurdistanê ne. Qadir di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Çawa YNK di hemû aliyan de piştgiriya xwe jibo Rojavayê Kurdistanê daye diyar kirin, divê hemû hêzên siyasî û civakî yên Herêma Kurdistanê vê piştgiriyê destê xwe daynin ser dilê xwe û nîşa bikin.”