YNK'ê ji bo kurê Salih Muslim sersaxî xwest

YNK'ê ji bo kurê Salih Muslim sersaxî xwest

Polîtburoya YNK'ê bi peyamekê ji bo Kurê Salih Muslim sersaxi xwest. 

Polîtburoya YNK'ê ji bo şervanê YPG'ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku 2 roj berê di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. YNK di peyama xwe de viha got: “Bi bihîstina şehadeta Şervan em geleki xemginin. Em ji malbata Muslim re sersaxiyê dixwazin û hêvîdarin ku ev şehadet wê ji bo gelê Kurd qurbaniya dawî be. Cihê şehîd Şervan û hemû şehîdên Kurdistanê bihuşt be."