YNK heyetê dişîne Tirkiye û Îranê

YNK heyetê dişîne Tirkiye û Îranê

Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) biryar da ku heyetek asta jor bişîne Tirkiye û Îranê. Çav lê ye ku îro heyeta YNK’ê biçe Tirkiyeyê û dest bi hevdîtinan bike.

Li gorî rojnameya Kurdistanî Niwê, YNK’ê di civîna 2’ê Sibatê ya polîtburoyê de biryar girtiye ku heyetekê bişîne Tirkiye û Îranê.

YNK’ê heyeta ku ji bo biçe Tirkiyeyê amadekirî, alîkarê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî dê serokatiya heyetê bike. Weke din dê di heyetê de berpirsê îdarî yê YNK’ê Mela Bextiyar, endamê komîteya serokatiya YNK’ê Xesrew Gul û endamê pîlotburoyê Dr. Necmedîn Kerîm cih bigire.

Heyeta YNK’ê ya dê serdana Tirkiyeyê bike, dê bi rayedarên hikumetê û partiya desthilat AKP’ê re hevdîtinan pêkbîne, dê di van hevdîtinan de rewşa Iraqê û têkiliyên YNK’ê û Tirkiyeyê nîqaş bikin.

Li gorî daxuyaniya ku nûnerê Enqereyê yê YNK’ê Behroz Gelalî dayî rojnameya Kurdistanî Niwê, heyet dê îro di demjimêrên şevê de li Enqereyê be. Hate ragihandin ku dê serdan du rojan dom bike.

Li gorî nûçeya Rûdawê jî hefteya borî heyetek ya YNK’ê serdana Tirkiyeyê kiriye. Têkildarî vê serdanê agahî nehate girtin. Serdanên YNK’ê rastî dema ku hevdîtin di navbera Hikumeta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heyî hat. Nehate diyarkirin ku, hevdîtin li gel kîjan rayedarên hikumetê pêkhatine. Têkildarî heyeta dê biçe Îranê jî agahiyên zelal tune ne.