YNK: Kujerê rojnamevan Kawa Germiyanî hat girtin
YNK: Kujerê rojnamevan Kawa Germiyanî hat girtin
YNK: Kujerê rojnamevan Kawa Germiyanî hat girtin
Hat ragihandin ku kujerê rojnamevan Kawa Germiyanî yê ku di 5’ê Kanûnê li Kelerê di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest dayî hatiye girtin.
Li gorî ragihandina YNK’ê PUKMedia’yê di 11’ê Kanûnê de ji aliyê asayîşa Germiyanê ve kujerê serekî yê Kawa hatiye girtin. Şirikê cinayeta rojnamevan yek li Kelarê hat girtin, yê din jî di heman şevê de li Silêmaniyê hate girtin.
Rayedarekî hêzên Teybet jî destnîşan kir ku kesê li Silêmaniyê hatiye girtin di derbarê cinayetê de itiraf kiriye. Navê kesê hatî girtin wek “T” dan. Hat ragihadin ku her du kes jî xelkê Kelar in.
Di çarçoveya lêpirsîna wan de şandin Kelarê. Hat ragihandin ku 4 kesên berê di derbarê cinayetê de hatin binçavkirin serbest hatine berdan.
Mudûrê Karê Nivîsê yê Kovara Reyal û nûçegihanê Awêne Gawa Germiyanî di 5’ê kanûnê de li bajarê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê di encama êrîşekî çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. Rêxistina Rojnamevanên Sinornesan (RSF) ya ku navenda wê li Parîsê ye, Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê ên Ewrûpayê û Yeketiya Çapemeniya Kurdistanê bûyer şermezar kirîbûn û bang li dadgeha herêmê kirî bûn ku cinayetê di demekî nêz de ronî bikin.
Bi qetilkirina Kawa Germiyanî re ji sala 2008'an ve li Başûrê Kurdistanê 3 rojnamevanin tên qetilkirin. Di Tîrmeha sala 2008’and e Soran Mama Hama ji ber nivîsên wî li Kerkûkê rastî êrîşê hat di encamê de jiyana xwe ji dest da. Piştî du salan di 4’ê Gulana sala 2010’an de rojnamevanê serbixwe Serdeşt Osman li Hewlêrê hat revandin û piştî du rojan li Musilê mirî hat dîtin. Ew her du cinayet jî ta roja îro bê ceza man.