YNK: Ocalan mîna Mandela li zîndanê ji bo gelê xwe têdikoşe
YNK: Ocalan mîna Mandela li zîndanê ji bo gelê xwe têdikoşe
YNK: Ocalan mîna Mandela li zîndanê ji bo gelê xwe têdikoşe
Endama Desteya Reveber a YNK'ê Babaker diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî mîna Mandela li zîndanê ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşe.
Endama Desteya Rêveber a YNK'ê Parwen Babaker der barê wefata lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela de ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela û Lîderê YNK'ê Mam Celal Talabanî ya ji bo bidestxistina mafên gelê xwe.
Babaker hevşibiyên her sê lîderan destnîşan kir û got, "Mandela kesek bû piştevaniya hemû mafê wekheviya jiyanê dikir, têkoşîn ji bo edalet û mafê wekheviyê dimeşandin. Ew çû nava çar diwarê zindanê de. Di rêya azadiyê de xwe nefirot. Ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşiya."
Babaker diyar kir ku Mandela ne tenê di warê bi dawî kirina desthiladariya tund de bi serket, di heman demê de di warê mafê mirovan de gavekî mezin avêt. Ev jî bû sedem ku Mandela di dilê milyonan kes de jiyan bike û wiha pêde çû: “Em wek Kurd deyndarê Mandela ne. Ji ber ku ji bo xatirê mafê gelê Kurd xelata Ataturk red kir.”
Endama Desteya Rêveber a Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Parwen Babaker di dewama peyama xwe de bal kişand ser rola Lîderê Yekitî Niştimanî Kurdistan Mam Celal ku niha di nexweşxaneyê de ye û destnîşan kir ku Mam Celal jî wek Mandela piştî desthildariya dîktatoriyê û zordariyê bûye serokdewletê yekem ê welat.
Babaker di dawiya axaftina xwe de behsa rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd kir û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd 14 sal in di girtîgehê têdikoşe.