YNK: Wek berê em nikarin li gel PDK'ê di hikûmeta nû de cih bigirin
YNK: Wek berê em nikarin li gel PDK'ê di hikûmeta nû de cih bigirin
YNK: Wek berê em nikarin li gel PDK'ê di hikûmeta nû de cih bigirin
Piştî hilbijartinên parlamentoyê yên li Herêma Kurdistana Federal, hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû didomin.
Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bersiva daxuyaniyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di got wê ligel YNK'ê hevpeymaniyê çêkin, da. Endamê polîtboruya YNK'ê Arez Abdullah ragihand ku ew ne alîgirê wê yekê ye ligel şert û mercên berê hevpeymaniyê ligel PDK'ê çekin û wiha got: "Biryara dawiyê hê nehatiye dayîn, lê li gor dîtina min a şexsî em li gor şert û mercên berê di hikûmetê de cih nagirin."
Li Herêma Kurdistana Federal roja 21'ê îlonê hilbijartinên parlamentoyê hatin encamdayîn. PDK'ê bi 38 kursiyan bû partiya yekemîn. YNK'ê jî 18 kursî bidest xist. Hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû û daxuyaniya berpirsên PDK'ê ya dixwazin dîsa ligel YNK'ê hikûmetê ava bikin, berpirsên YNK'ê bersiva vê yekê dan. Endamê polîtboruya YNK'ê Arez Abdullah derbarê mijarê de ji DİHA'ê re axivî û destnîşan kir ku hê YNK'ê biryara xwe ya dawiyê nedaye, lê bi giştî ne alîgirê wê yekê ne li gor hevpeymaniya berê ya ligel PDK'ê hevpeymaniyê bidomînin."
Endamê polîtboruya YNK'ê Arez Abdullah bilêv kir ku wekî YNK alîgirê wê yekene hemû alî di hikûmeta koalîsyonê de cih bigrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em difikirin ku ne tenê hevpeymaniyek di navbera YNK û PDK'ê de, wê hevpeymaniyek bi beşdariya Tevgera Goran û partiyên Îslamî hê baştir be. Wekî tê zanîn li herêmê gelek pirsgirêk hene. Pirsgirêka Sûriyê heye, li Tiriyê hevdîtinên aştiyê hene û li vir jî maddeya 140 heye. Hê jî ew madde neketiye pratîkê. Hê gelek pirsgirêkên din hene. Li ser bernameyek bi vî awayî, em baştir dibînin ku hikûmetel bi vî awayî were avakirin. Bi baweriya me, ev wê hem di berjewendiyên gel û hem jî di yên partiya me de bin. Hê biryara dawiyê nehatiye dayîn, lê li gor dîtina min em di hikûmetek wekî ya berê de cih nagirin."