YPG: 21 endamên komên çete hatin kuştin
YPG: 21 endamên komên çete hatin kuştin
YPG: 21 endamên komên çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li Serêkaniyê, Kobanê û Rimêlan şer û pevçûnên di navbera yekînyên wan û komên çete de didome. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama pevçûnan de bi dehan endamên komên çekdar hatine kuştin û her wida hate diyarkirin ku pêvajoya seferberiyê hîna didome.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Serêkaniyê, Kobanê û Rimêlan şer û pevçûnên di navbera yekîneyên wan û komên çete de didome. YPG’ê diyar kir ku di encama pevçûnan de bi dehan endamên komên çete hatine kuştin û pêvajoya seferberiyê hîna didome.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê hate diyarkirin ku komên çete ên dewleta Iraq û Şam/eniya El-Nusra "Daiş" bi alîkariya tabûrên artêşa Azad di bin siya Koalisyona Sûriyê ya hêzên Muxalefetê de, êrîşî gundên herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin û hewl didin ku şerê navxweyî li herêmê derbixin û armanca wan ewe ku gelê Kurd tune bikin û wî ji welatê wî derxînin.
YPG'ê diyar ku Yekîneyên wan jî erkên xwe yên parastinê bicîh anîn û li dijî êrîşan berxwedan kirin û derbeyên giran li van koman xistin.
Di daxuyanî de hate gotin ku komên çete ku li herêma rojhilatê Kobanê êrîşî gundên Mehmûdiyê û Susikê kirin, di encama bersivdayîna yekîneyên YPG’ê de xwe paşve kişandin, di pevçûnan de 21 endamên komên çete hatin kuştin û wesayîtek bi doçka bi tevî kesên tê de jî hate ruxandin, çekek, bêtêlek û gelek cebilxane jî hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Serêkaniyê jî, bi taybet li herêma Til Xelefê yekîneyên YPG’ê bi hawan û rokêtan êrîşî baregehên komên çete kirine û derbeyên giran liwan dan.
YPG'ê di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li herêma Rimêlan pêk hat de ev tişt gotin: "Li herêma Rimêlan jî, komên çete êrîşî saziyeke sivîl ku ji aliyê hêzên Asayîşê ve tê parastin kirin, komên çete yên "Daiş" û El-Nusra bi armanca ku zirarên giyanî û madî pêkbînin bi sê wesayîtan ku 2 ji wan bombekirîbûn êrîşî saziyê kirin, lê ji ber hişyariya hêzên Asayîşê êrîşa çeteyan bi ser neket, di encama teqîna 2 wesayîtên bombekirî de 4 ji endamên komên çete hatin kuştin, 2 endamên Asayîşê û welatiyekî jî jiyana xwe jidest dan.’’
YPG’ê got ku em bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîdên leheng ên endamê Asayîşê ku bûne nimûneya welatparêzî û şoreşgeriyê, bibîr tînin û bexwedana wan silav dikin.
YPG wiha dawî li daxuyaniya xwe tine: "Ji ber bersivdayîna bi coş a banga me ya seferberiyê, em radigihînin ku pêvajoya seferberiya tevlîbûna nava refên YPG'ê hîn didome û em soz didin ku emê li dijî hewldanên tunekirina gelê xwe berxwedanê bilind bikin."