YPG: 34 çete hatin kuştin

YPG: 34 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Helebê di navbera hêzên wan û komên çete de derketin de, 34 çete hatine kuştin, 4 noqteyên wan hatine bidestxistin û 2 wesayîtên doçka hatine rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî pevçûnên 24 saetên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

Li herêma Cindirêsa Efrînê komên çete êrîşî hêzên YPG’ê kirin. Li ser vê yekê yekîneyên me bersiv da êrîşan û çalakiyek dijber lidar xist. Di encama çalakiya li herêma Atma 2 bendên çeteyan hatine bidestxistin.

Li herêma Serêkaniyê piştî azad kirina gundê Elok a ji destê komên çete, îro li derdora gundê Cafa şer û pevçûn derketin. Di encama şer de, yekîneyên YPG’ê 2 noqteyên leşkerî yên van koman bidest xistin û gund ji 3 aliyan ve dorpêç kirin. Di encama pevçûnan de 2 wesayîtên ku doçka li ser hebûn hatin rûxandin, tangek hate derbkirin û 23 endamên komên çete hatin kuştin.

Di vê çalakiyê de şervanekî YPG’ê bi sivikî birîndar bû. Pevçûnên li herêmê didomin.

Li herêma Girkê Legê îro di saetên nîvro de li gundê Girhok di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên El-Nusra û DAIŞ de cîh bi cîh pevçûn derketin. Komên çete di êrîşan de çekên giran û topên hawanê bikar anîn. Di van pevçûnan de 6 endamên komên çete hatin kuştin.

Li Helebê jî pevçûn didomin. Bi taybetî pevçûn di navbera taxên Sekin Şebabî û Eşrefiyê de didomin. Di pevçûnan de 5 endamên çeteyan hatine kuştin.