YPG: 4 gund û 3 mezre ji çeteyan hatin paqijkirin
YPG: 4 gund û 3 mezre ji çeteyan hatin paqijkirin
YPG: 4 gund û 3 mezre ji çeteyan hatin paqijkirin
YPG’ê diyar kir ku 4 gund û 3 mezrayên di segoşeya Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemis e de ye azad kirine.
YPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da xuyakirin ku di wan gundan herî kêm 18 çete hatin kuştin, gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Hêzên me 4 gund û 3 mezra di segoşeya Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemis e de ye azad kirin. Biryargeha DAIŞ’ê ya girîng Ebu Quseyb ji di nav de gundên Til Xezal, Şermuxa Kulî û Ambar ji aliye hêzên me ve ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di van gundan de herî kêm 18 çete hatine kuştin, hejmarek zêde cebilxanê û amûrê leşkerî hatine bidestxistin. 2 cenazeyên çeteyan bin kontrola hêzên me de mane.”