YPG: 70 leşkerên rejîmê ligel 2 tangan dîl hatin girtin
YPG: 70 leşkerên rejîmê ligel 2 tangan dîl hatin girtin
YPG: 70 leşkerên rejîmê ligel 2 tangan dîl hatin girtin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku, piştî ku balafirgeha Minix ketiye destê Artêşa Azad baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan reviyan û ketine kemîna YPG’ê. YPG’ê destnîşan kir ku piştî pevçûnek dem kurt 70 leşker ligel tangan hatine dîl girtin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG'ê diyarkir ku, şevê din di demjimêrên dereng de Balafirgeha Minix ya di navbera Efrîn û Helebê de ku ev demek bû dibin dorpêçkirina Artêşa Azad de bû, ketiye destê Artêşa Azad. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, piştî balafirgeh ket, baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan dema direviyan ketine kemîna YPG’ê. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî pevçûneke dem kurt, 70 leşker ligel her du tangan dîl hatine girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku leşker hatine girtin û dê li gorî huqûqa şer û dîlan a navneteweyî nêzîkayî bê nîşandan.