YPG: Bi pêşengiya Êrîş û Zozanan berxwedanek mezin tê nîşandan

YPG: Bi pêşengiya Êrîş û Zozanan berxwedanek mezin tê nîşandan

Li Kobanê, ku di nava 24 saetên dawî de li her sê eniyan şer giran bûye, çete li berxwedaneke mezin rast tên. YPG'ê da xuyakirin ku di şerê 24 saetên dawî de 14 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê encamên şer û pevçûnên ji duh û vir ve de daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG'ê diyar kir ku şer û pevçûn di roja 11. de bi dijwarî dewam dikin û got, "Hêzên me li hember çeteyên ku ji eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê bi hemû hêzên xwe ve êrîş dikin berxwedaneke bêhempa dimeşinîn û derbên giran li çeteyan didin."

LI ROJAVAYÊ KOBANÊ 24 SAETÊN DAWÎ

YPG'ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li eniya rojava ya Kobanê de ev agahî da:

"Roja 25'ê Îlonê saet di 12.00'an de hêzên me li hemberî çeteyên ku li gundê Korbîngar ê li rojavayê Kobanê xwe bicih kiribûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de topeke hawanê hat rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin.

Hêzên me bersivên tund dan 2 êrîşên çeteyan ên li hember gundê Til Dolê û çete paşvêxistin. Bi qasî hat zelakirin li vir 5 çete hatine kuştin. Hêzên me êrîşêk din a çeteyan a li hember gundê Siftek lidarxistin jî sekinandin. Li gund pevçunên dijwar hat jiyîn û di encam de 5 çete hatine kuştin.

Hêzên me li gundên Seylim û Xurxuriyê yên ku di heman eniyê de ne çalakî lidar xistin. Di çalakiya li gundê Xurxuriyê de wesaîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin. Lê hejmara zelal a kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye bidesxistin. Li gundê Seylim jî 2 çete hatine kuştin."

ENIYA BAŞÛR Û ROJHILAT

YPG'ê da xuyakirin ku li eniyên Başûr û Rojhilat jî, ku duh tankek û doçkayek hat rûxandin, derbên giran li çeteyan hatine dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Duh li eniyên rojhilat û başûr jî derbên giran li çeteyan hatine xistin. Hêzên me çeteyên ku ji bakurê gundê Idiqê hewl dan êrîş bikin paşvêxistin û li vir 1 tank û 1 doçkayê 23'ê rûxandin. Di pevçûnên li vir de giştî 12 çete hatine kuştin.

Di navbera gundên Karamox û Çem Alî de li hember çeteyan çalakî hatiye lidarxistin. Di çalakî de wesaîtek çeteyan tevî çeteyên di nav de hat rûxandin lê hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelal kirin."

35 ÇETE HATIN KUŞTIN

YPG'ê diyar kir ku ji duh êvarê û vir ve li her 3 eniyan çete êrîş dikin û û di navbera hêzên wan û çeteyan de pevçunên dijwar tên jiyîn. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li eniya rojhilat gundê Alişar, eniya rojava derdora Îzaê û Minazê, li eniya başûr jî bejahiya Idiqê pevçûnên dijwar tên jiyîn. Hêzên me derbên giran li çeteyan xistin û 1 doçkayê 14.5 rûxandin. Di pevçûnên li van qadan de bi giştî 35 çete hatiye kuştin.

DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 14 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di van pevçûnan de 7 rêhevalên me yên ku li hember êrîşên çeteyan berxwedanêk mezin nîşan dan, bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Dîsa îro danê sibehê hevalên me ye Êrîş û Zozan yên ku fermandariya berxwedana li derdora gundê Minazê dimeşandin jî di nav de 7 rêhevalê me gihiştin şehadetê. Di berxwedana ji bo parastina Kobanê dihat meşandin de 24 saetên dawî de bi giştî 14 hevalên me gihiştin şehadetê."