YPG: Çete bi hemû hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê êrîş dikin
YPG: Çete bi hemû hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê êrîş dikin
YPG: Çete bi hemû hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê êrîş dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên di 24 saetên dawî de daxuyanî da û got ku li hember çeteyên ku hêzên xwe li Sûriyeyê û Iraqê kom kirine hêzên YPG’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dide. YPG’ê got ku li eniya Rojhilat duh herî kêm 33 çete hatine kuştin û tankek hatiye rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên duh daxuyaniyek da. YPG’ê got ku di şer û pevçûnên 12 roj in bi hemû dijwariya xwe didome. Daxuyanî wiha dewam dike, “Dijminê Rojavaya azad çeteyên DAIŞ’ê ku yekane armanca wan êrîşa li hember gelê me yê Rojava û hêzên me YPG ye. Li hember çeteyên hêzên xwe yên Sûrî li Kobanê, hêzên xwe yên Iraqê li Cizîrê kom kirine berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Naveroka êrîşên li ser Kobanê û Cizirê wiha ne;
'1. Hewldana dagirkirinê Kobanê ya çeteyên DAIŞ’ê roja xwe ya 12'emîn de berdewam dike. Berxwedana hêzên me yên bêhempa li hember çeteyên ku bi hemû hêza xwe ji eniya rojhilat, rojava û başûr bi pêş dikeve jî berdewam dike. Hêzên me hêza ku ji gelê me distîne û bi derfetên xwe ya kêm li ber xwe dide, derbên giran li çeteyan dide.
Roja 26’ê Îlonê li derdora gundê Alîşar û hawîrdora vî de pevçûnên pir dijwar hatin jiyîn. Piştî pevçûnên dijwar ên ku hemû rojê berdewam kir, hêzên me di saetên êvarê de li hember çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi qasî hatiye zelalkirin 12 çete hatine kuştin. Li qadê hîn jî cih bi cih pevçûn rû didin.
Hêzên me bersivên tund danê çeteyên ku li derdora gundên Îdiq û Miştênûr a dikeve eniya başûr êrîş lidarxistin. Li qadê demek direj pevçûnan rû da û êrîşa çeteyan hatiye paşvêxistin. Li vê qadê tankek çeteyan hatiye rûxandin herî kêm 21 çete hatine kuştin. Cenazeyek çeteyan, 7 kleş û rextên çeteyan jî ket destê hêzên me.
Li eniya rojava jî li derdora qûntarên Îzea doh roj û şev pevçûnên dijwar rû dane. Li vê qadê hejmarek zêde çete hatine kuştin.