YPG: Çete sivîlan ji xwe re dikin mertal
YPG: Çete sivîlan ji xwe re dikin mertal
YPG: Çete sivîlan ji xwe re dikin mertal
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê bikaranîna welatiyan weke mertal ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve şermezar kir. YPG'ê her wiha nerazîbûn nîşanî hin dezgehên çapemeniyê da ku rastiya bûyeran berevajî nîşan didin.
Di Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de wiha tê gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê roja Yekşemê di 14’ê Îlona 2014’an de li gundê Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî bajarokê Til Hemîs ên li başûrê Qamişlo komkujiyek li dijî welatiyên sivîl pêk anîn. Di komkujiyê de 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Çeteyan bi hinceta ku welatiyan fermanên wan bi hilgirtina çekan li dijî şervanên YPG’ê pêk neanîne, wekî mertal bi kar anîn. Çeteyan her wiha bêtirî 60 malên welatiyên ku ji ber hovîtiya çeteyan reviyabûn, şewitandin. Çeteyan hejmarek ji welatiyên sivîl dorpêç kirin û nehiştin ji deverên pevçûnan derbikevin û hê jî çarenûsa wan ne diyar e.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku welatiyên gundên Şermûx û El-Cedaan ji ber kiryarên çeteyan bang li hêzên YPG’ê kirin ku wan ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin û wiha hate gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê revandina ciwanan didomîne û gelek ji welatiyan di bin destên wan de ne û nahêlin ji deverên pevçûnan derbikevin. Çete gef li welatiyan xwarin ku eger beşdarî êrîşên li dijî şervanên YPG’ê nebin dê wan bikujin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê ji bo parastina welatiyên sivîl neçar man ku şer li derdora gund nêzî 4 saetan rawestîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyan gelek topên hawanê bi awayekî tevlî hev avêtin hin taxên bajarê Qamişlo, Di encama topbarana çeteyan de 3 zarok bi giştî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 welatiyên din jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Hin dezgehên çapemeniyê û qenalên televîzyonan ku piştgiriya çeteyan dikin, nûçeyan ji jêderên nediyar diweşînin û bi navên çalakvan bi navkirin hewl didin rastiya bûyerên herêmê berevajî bikin û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin.”
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wiha bi dawî bû: “Em kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû welatiyên herêmê dikin ku bila bi lîstokên çeteyan neyên xapandin û yekîtiya xwe xurtir bikin da ku hemû hewldanên van çeteyan vala bêne derxistin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku li derdora şervanên YPG’ê bicivin û alîkariya wan bikin. Em bi bawer in ku serketina me nêzîk e.”