YPG darbeyên giran li çeteyan dide
YPG darbeyên giran li çeteyan dide
YPG darbeyên giran li çeteyan dide
Li gelek deverên derdora herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam in. Di vê êvarê de li gundên Xorxorîn, Selîm û Girê Qişlê gelek çete hatin kuştin û 2 doçka hatin bêbandorkirin.
Berxwedana hêzên YPG’ê li herêma Kobanê li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berdewam e. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di saetên vê êvarê de şer û pevçûn bi dijwarî li gundên Xorxorîn û Selîm ên rojavayê herêmê û Girê Qişlê yê başûr rojhilatê herêmê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de rû dan. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û der barê hejmara kuştiyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha di pevçûnên gundê Qişlê de doçkeke 23 û doçkeke 14.5 ên çeteyan hatin bêbandorkirin.