YPG: Di 24 saetên dawî de 56 çekdar hatine kuştin

YPG: Di 24 saetên dawî de 56 çekdar hatine kuştin

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî bi daxuyaniyekê aşkera kir. YPG’ê diyar kir ku pevçûnên 24 saetên dawî ku hêj li seranserê qadên Rojava hîn didomin de,  zêdetirî 56 çekdar hatine kuştin, 3 dîl hatine girtin û gelek çekdar birîndar bûne. Her wiha 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.

Navenda çapemeniya YPG encamên pevçûnên 24 seatên dawî bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir. YPGê da xuyakirin ku di pevçûnên 24 seatên dawî de 56 çekdarên El Nusra/ Dewleta Îslam hatine kuştin û bi deha jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên li hemû eniyê şer li Rojava di navber YPG’ê û çekdarên El-Nusra û Tabûrên Artêşa Azad hîn didomin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên li herêma Rojavayî Kobanê bi dijwarî dewam dikin û ev tişt hate gotin: ‘‘Çekdarên El-Nusra êrîşî gundê Qenaya û Îlecax ên Rojavayî Kobanê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar derketin. Di van pevçûnan de 24 çekdar hatin kuştin û 3 wesayîtên wan hatin ruxandin. Li gundê Sirîn jî pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên El-Nusra de jî 15 êrîşkar hatin kuştin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Girê Spî (Til Ebyed) çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê /El-Nusra ji ser sînorê Tirkiyê ve bi çekên giran û tangan êrîş anîn ser gundê Sûsikê û xwestin gund dagir bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku şervanên YPG’ê bersiva êrîşkaran dane û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketine. Di encama van pevçûnan de 12 çekdarên El-Nusra hatine kuştin, êrîşkaran kuştiyên xwe revandine aliyê Tirkiyê.

Di daxuyaniya YPG de hate bibîrxistin ku pevçûnên li gundê Girhok a Girkê Legê jî ji duh êvarê ve bi dijwarî didomin û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin, 3 dîl ketin destê YPG’ê û 3 wesayîtên doçka li ser ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin destserkirin. Di daxuyaniyê hate gotin ku çekdarên El-Nusra bi çekên giran û tangan êrîşî gundê Yûsifiyê kirine û di encama bersivdayîna YPG’ê de pevçûn bi dijwarî derketin û pevçûn hîn didomin. Di van pevçûnan de jî bi dehan kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, lê hejmara kuştiyan ne diyar e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çekdarên El-Nusra gundê Yûsifiyê piştî ku şêniyên wê jê derketin şewitandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di pevçûnên li herêma Kobanê de 2 şervanên YPG’ê dema parastina herêmê dikirin jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de weha hate gotin: “YPGê dê di xeta xwe ya parstina rewa de bi israr be, şervanê me jî  heta nefesa xwe ya dawî ewê parastina gelên heremê bikin û bersiva hemû êrîşan bidin.”