YPG: Di du rojên dawî de 177 çete hatin kuştin

YPG: Di du rojên dawî de 177 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku di şerê 2 rojên dawî yên li herêmên Girê Spî (Til Ebyad), Serêkaniyê, Qamişlo, Girkê Legê û Til Koçer ên navbera komên çete û YPG'ê de, 177 endamên çeteyan hatine kuştin, 2 tang û 6 wesayîtên doçka hatin rûxandin. Hat ragihandin ku di van pevçûnan de 8 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şerên ku di du rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Helebê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar qewîmin de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete di 12'emîn salvegera "êrîşên terorîstî" yên li hemberî navendên bazirganiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, bi armanca ku ruhê van êrîşan dîsa bidin jiyîn dîsa êrîşî herêmên kurdan kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û gelek komên girêdayî Artêşa Azad bi tang û çekên giran êrîş pêk anîne û hate gotin ku armanca van êrîşên ku ji Serêkaniyê heta Til Koç dom kirin ew e ku herêmên kurdan dagir bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê jî li hemberî van êrîşan haziriyên xwe kiribûn û bersiva pêwîst daye, di encama van bersivdayînan de jî komên çete gelek windahî dane.

Der barê encamên şer ên li van herêman de di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di şerê li Serêkaniyê yê 11'ê Îlonê de hêzên YPG'ê navendên komên çete hedef girtin û di encamê de 16 endamên çeteyan hatin kuştin.

Di 10'ê Îlonê de komên çete êrîşî gundên derdora Qamişlo kirin, lê rastî bersivdayîna şervanên me hatin. Di encama şer de gundê Uwêniyê hate rizgarkirin û 20 endamên komên çete hatin kuştin. Ji vana jî cenazeyên 5 kesan di destê hêzên me de ne.

Li herêma Çilaxa jî li gundên Girhok êrîşa komên çete rastî berxwedana hêzên me ya bêhempa hat. Di şerê ku heta serê sibê dom kir de, 13 endamên çeteyan hatin kuştin.

Li gundê Rimêla Paşa yê Girkê Legê jî, di 11'ê Îlonê de komên çete bi hejmarek mezin û çekên giran êrîş pêk anîn. Di şerê ku heta êvarê dom kir de 58 endamên komên çete hatine kuştin û ji vana 35 cenaze li qada şer mane. Her wiha bi dehan çete birîndar bûn. Dîsa gelek cebilxane hate desteserkirin û komên êrîşkar ji herêmê hatine dûrxistin.

Li herêma Til Koçer komên çete duh di saetên serê sibehê de li derdora gundê Xiraba Jêr bi 2 tangan êrîş pêk anîn. Şer heta saetên nîvro berdewam kirin. Di encama şer de 26 çete hatin kuştin, ji wan  8 cenaze li qada şer man. Her wiha 13 çek hatin desteserkirin.

Komên çete li heman herêmê bi tangan û çekên giran êrîşî derdora gundên Mişêrfa û Sidêdiyê jî kirin. Şer heta nîvê şerê dom kir û di encamê 2 tang hatin şewitandin, 4 wesayîtên doçka hatin rûxandin, gelek çek hatin desteserkirin û 32 çete hatin kuştin.

Êrîşên komên çete û hinek komên Artêşa Azad ên li ser taxên kurdan ên Helebê jî dom kirin. Di şerên nava 2 rojên dawî de êrîşkaran gelek windahî dane.

Li Girê Spî (Til Ebyad) jî hêzên me di navbera gundê Çelbê û Bîrkino de li dijî komên çete kemîn danî. Di encama çalakiyê de 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin û 12 çete hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di şerên Serêkaniyê heta Til Koçer de 8 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dane.