'YPG di herêmê de hêza rewa ye'

'YPG di herêmê de hêza rewa ye'

Li Mala Gel ya taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo civînek di navbera rûspiyên Ereb ên gundên başûrî rojhilat û derdora gundê Til-Îd û fermandarên YPG’ê yên herêma Qamişlo de hate lidar xistin. Di encama civînê rûspiyê Ereb yên destnîşan kirin YPG di herêmê de hêza  rewa ye.

Piştî êrîşên komê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra êrîşî gundên rojhila Qamişlo kirin, YPG’ê ji bo parastina gelên herêmê operasyonek lidarxistî bû. Di encama wê operasyonê de bi dehan endamên komên çete hatibûn kuştin gundên herêmê ji komên çeteyan hatibûn rizgar kirin. Îro bi armanca rewşa herêmê fermandarên Yekîneyên Parastina Gel û rûspiyên herêmê civînek lidarxistin. Di civînê de rûspiyên gundên derdora gundê Til-Îd wek Şeybaniyê, El-Rîfaî, Siwadî, El-Rebîza, Iwênêt El-Umrên, Iwênêt El-Cewalê, Rihiyê û Rihiyêt El-Zahir beşdarbûn. Hat ezanîn civînê 5 saetan dom kir û di encamê de belgeyek hate îmzekirin û ev jî bendên wê ne:

1-      Divê gelê herêmê  ketina hêzên çete di van gundan qebûl neke û ji bilî YPG’ê destûr neyê dayîn.

2-      Divê hemû welatiyên herêmê ji bo parastina erd û gundê xwe li dijî hêzên  biyanî têkoşîn bikin.

3-      Hêza bingehîn a rewa di herêmê de tenê YPG’ê ye.