YPG: Di nava mehekê de 800 çekdar hatin kuştin

YPG: Di nava mehekê de 800 çekdar hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi civînekî çapemeniyê encamên şerên li Rojava yê mehek eşkere kir. Li gorî ve yekê; di nava mehekê de 800 çekdar hatine kuştin û 80 şervanên YPG û YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane. YPG'ê da zanîn ku komên çekdar 700 Kurdên sivîl revandin û rewşa wan ne diyar e. 

Yekîneyên Paratina Gel (YPG) encamên şerê mehekê yê li Rojavayê Kurdistanê qewimîn, bi civîneke çapemeniye ji raya giştî re eşkere kir. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevkê fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl ve hat dayîn. Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl di civînê de da zanîn ku di van şerên mehekê de bi tenê ne Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra, gelek tabûrên Artêşa Azad û ketîbê di bin banê Artêşa Azad yên wek Azadî girêdayî Partiya Azadî jî hene. 

ZÊDEYÎ 800 ENDAMÊN KOMÊN ÇETE HATIN KUŞTIN

Xelîl di daxuyaniya çepemeniyê de diyar kir ku di şerên navbera 16 Tîrmeh-16'ê Tebaxê de zêdeyî 800 zêdetir çekdarên komên El Nusra/Artêşa Azad hatine kuştin û bi sedan jî hatine birîndar kirin. Xelîl da xuyakirin ku di heman şeran de 80 şervanê wan jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl destnîşan kir ku gelek wesayît, cebilxane, çek jî hatine bi dest xistin.

BI SEDAN SIVÎL HATIN KUŞTIN Û 700 SIVÎL HATIN REVANDIN

Rêdûr Xelîl berdevkê fermî yê YPG’ê da zanîn heta agahiyên gihaştine destê wan bi dehan sivîl li hêrêma Til Eran, Til Hasil û Ezazê hatine qetil kirin, lê agahiyê zelal negihiştine destê wan. Xelîl got ku di dema rejîma Baas jî kes li ser netewa wî ne dihat girtin lê, Dewleta Îslamî/ El Nusra/ Artêşa Azad li ser nasnamê mirovan digrin û dibin cihên ne diyar. Berdevkê YPG’ê diyar kir ku agahiyên gihaştiye destê wan 700 kurdên sivîl ji aliyê wan hêzan hatine revandin û birine cihên ne diyar. 

TABÛRÊN PARTIYÊN KURDAN JÎ DI NAVA ÊRÎŞAN DE NE

Xelîl destnîşan kir ku wan di destpêka êrîşên Dewleta Îslam/ El Nusra de ji Artêşa Azad û koalîsyona Sûriyê xwestiye helwesta xwe zelal bikin, lê wan di derbarê êrîşên li dijî gelê kurd heta niha bêdengên. Û di demê dawî gelek tabûrên giridayî Artêşa Azad li ge El Nusra êrîşî gelê kurd  kirin û dinava komkujiyan de cihê xwe girtin. Berdevkê YPG’ê dazanîn di belgeyên ketine destê wan de, hatiye xuya kirin ku, Tabûra Azadî ya Partiya Azadî di komkujiyên li ser kurdan destê wê heye û bi El Nusra re li dijî gelê Kurd dinava şer deye. 

KOMÎTEYA AMADEKAR A KONGREYA NETEWÎ PÊWENDÎ LI GEL WAN NEKIRIYE

Berdevkê fermî yê YPG’ê diyar kir di hinek dezgehên çapemeniyê de tê xuya kirin ku, wan nehiştiye Şandeya Komîteya Amadekar a Kongra Netewî were Rojava, rastiya wan nûçeyan tuneye û heta niha Komîteya Amadekar bi wan re neketiya nava têkiliyan. Heta niha agahiyek fermî negihaştiye destê wan ka gelo dê wê şanda were yan neyê. Xelîl dest nîşan kir ku  ew wek YPG’ê pêşniyara Serokê Herema Kurdistan Mesût Barzanî ya bila Şandeyekî bê avakirin ku biçin ka gelo li Rojavaya Kurdistan bi rastî komkujî pêk hatine, wek gumana li ser rastiya komkujiyan çê dike, ew rexne dikin. 

HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKIN

Xelîl li ser armanca êrîşan dazanîn ku, Dewleta Îslamî a Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra ev demeke dixwaze li Rojavaya Kurdistan Emîrtiyek Îslamî îlan bike, Ji ber wê êrîşî heremê kurdan dike. Artêşa Azad jî heta niha hebûna Kurdan wek netew, ax qebûl nake. Jiber wê jî hebûna kurdan, îrade bûna gelê kurd li ser axa xwe nepejirandin û êrîşî kirin. Sedemên êrîşan ew e.