YPG: Di pevçûnên 2 rojan de 32 çekdar hatin kuştin

YPG: Di pevçûnên 2 rojan de 32 çekdar hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 48 saetên dawî yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên girêdayî Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra de 32 êrîşkar hatine kuştin û 3 wesayîtên wan hatine ruxandin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bîlançoya pevçûnên 2 rojên dawî yên di navber hêzên YPG’ê û komên çekdar de bi daxuyaniyekê eşker kir. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku pevçûn di navbera hêzên YPG/YPJ û komên çekdar ên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nsura û çeteyên ku alîkariya wan dikin de, li hemû qadên şer ên Rojavayê Kurdistanê didomin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 2 rojên dawî  de pevçûnên herî dijwar li Serêkaniyê qewimîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirkiyê jî alîkariya êrîşkaran kiriye û şevê din Serêkaniyê topbaran kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çekdar êrîşî riya di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de kirine û xwestine vê riyê têxin bin kontrola xwe, lê di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de 3 wesayîtên êrîşkaran hatine ruxandin û 22 êrîşkar jî hatine kuştin. Di daxuayniyê de hate gotin ku heman koman êrîşî navenda avdanê ya kurdên êzidî jî kirine, agir bi malan xistine û şêniyên gundan bi darê zorê koçber kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di pevçûnên li herêma Serêkaniyê de endamekî Asayîşê jiyana xwe jidest daye.

Derbarê pevçûnên li gudnê Girhok ê girêdayî Girkê Legê de jî daxuyaniyê de hate gotin ku şevê din komên çete xwestine ber bi herêma Rimêlan ve pêş bikevin, lê di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de 10 êrîşkar hatine kuştin.

Têkildarî bombebarana helîkopterên Rêjîma Baas ên li dijî Dêrikê û Girkê Legê jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Bi awayekî eşkere hêzên rêjîma Baas alîkariya komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û çeteyên wan dike û dixwazin herêmê vala bikin. Bi vê armancê rêjîma Baas bi helîkopteran herêmên sivîl bombebaran kirin. Helîkopterên rêjîmê Qeraca Dêrikê, gundê Xêrka yê li ser riya Endîwerê û gundê Sêgir ê Girkê Legê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 11 welatî ku piraniya wan zarok bûn, birîndar bûn û sivîlekê jî jiyana xwe jidest da."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gundên rojavayê Kobanê piştî peymana di navbera Artêşa Azad û Komîteya Têkiliyan a herdû meclîsên kurdî  (ENKS, MGRK) bê dengiyek heye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li deverên din jî bi awayekî demî didomin û hate gotin ku YPG wê kiryarên li dijî mirovahiyê bêhesap nahêlin.