YPG: Di pevçûnên 2 rojan de 57 çete hatin kuştin

YPG: Di pevçûnên 2 rojan de 57 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di pevçûnên 48 saetên dawî yên li Serêkaniyê û Çelaxa ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de qewimîn, 57 çete hatine kuştin û 13 çek hatine destserkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 2 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên  Parastina Gel (YPG) bîlançoya pevçûnên 48 saetên dawî yên li Serêkaniyê û Çelaxa bi daxuyaniyek nivîskî ji eşker kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nursra û çeteyên girêdayî wan hîn didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên 48 saetên dawî yên herî dijwar li herêma Serêkaniyê û Gundê Sefa ya Çelaxa qewimîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê de berxwedanek dîrokî hatiye nîşandan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Serêkaniyê komên çekdar hêzên xwe bi têkilî û piştgiriya dewleta Tirkiyê ji xaka Bakurê Kurdistanê komî ser hev kirin û bi armanca dagirkirina deriyê sînor êrîş pêk anîne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Tirkiyê û komên çete derbarê bikaranîna derî û komîteya dê rêveberiya derî bike de li hevkirine û li ser vî esasî komên çete bi armanca ku deriyê sînor bidest bixin ji Til Xelef bi tangan, hawan û çekên giran êrîşeke berfirh pêk anîne.  

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûn saet di 05.00’an de destpê kir û heta 08.00’an dewam kir, di encama pevçûnana de hêzên YPG êrîşkar vegerandin û rûpeleke din li dîroka berxwedana gelê Rojava zêde kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama van pevçûnên de 49 êrîşkar hatine kuştin, ji vana 10 cenaze di destê hêzên YPG’ê de ne, her wiha 13 çek hatin destserkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşkaran birîndar  û kuştiyên xwe birine Tirkiyê û li wir 2 êrîşkar di nexweşxaneyê de mirine û ev tişt hatin gotin: "Herdu 2 birîndarên çeteyan ên li Tirkiyê mirine, kurdên ji Helebçe yê Başûrê Kurdistanê ne."

Der barê Pevçûnên li Gundê Sefa ya Çelaxa de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Li gundê Sefa yê Çelaxa yekîneyên me, çalakiyek li dijî komên çeteyên kafir pêk anîn. Di encamê de 8 çete hatin kuştin, komên çete neçar man paş de vegerin. Li vir jî hêzên me ji bo parastina xaka Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan da."

Di daxuyaniyê de li ser rewşa gundên rojavayê Kobanê jî agahî hatin dayîn û hate diyarkirin ku komên çete yên Dewleta Îslamî /Eniya El-Nsura piştî berxwedanan hêzên YPG/YPJ neçar man xwe ji herêmê paşve bikşînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên li herêmên din ên Rojava bi awayekî demî hîn didomin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên li dijî komên çete de şervanên YPG’ê Rêdûr û Baran jiyana xwe jidest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG/YPJ’ê di parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de bi israr in ev tişt hatin gotin: "Emê xaka welatê xwe yê pîroz bikin goristana hemû hêzên ku dixwazin wê qirêj bikin. Careke din em soz didin ku em ê bersiva hemû siyasetên koçberî û erebkirina herêmê ku bi armanca dagirkirina Rojavayê Kurdistranê pêk tên bidin. Em soz didim şehîdên xwe  Rêdûr û Baran û hemû şehîdên azadiyê ku em ê li ser xeta wan ya berxwedanê dewam bikin."