YPG: Di pevçûnên 24 saetan de 31 çete hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên 24 saetan de 31 çete hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên 24 saetan de 31 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de derketin de 31, li Helebê jî bi dehan çete hatine kuştin. YPG’ê da zanîn ku 3 şervanan wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapepemeniyê ya YPG’ê der barê pevçûnên 24 saetên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Helebê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê li gundê Bîrkino yê Girê Spî (Til Ebyad) li dijî navendek komên çete çalakiyek pêk anîne û di encamê de 16 çekdar hatine kuştin, 2 wesayîtên ku doçka li ser bûn hatin şewitandin û navend bi temamî hatiye rûxandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnên li ser rêya Serêkaniyê û Til Xelef de jî hêzên YPG’ê wesayîteke ku doçka li ser bûye rûxandine û hemû çeteyên tê de hatin kuştin. Hate gotin ku hêzên YPG’ê bersiva çeteyên ku bi hewara wesayîta rûxandî hatiye daye û di encamê de 8 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Qamişlo jî komên çete êrîşî gundê Rehiya Umrê kirine û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketine. Hate gotin ku di van pevçûnan de 7 endamên komên çete hatine kutşin û 4 jî birîndar bûne.
Der barê pevçûnên li gundê Gihok ê Girkê Legê de jî ev agahî hatin dayîn: "Dema komên çete xwe komî ser hev dikirin, hêzên YPG’ê navendên wan topbaran kirin û di encamê de bi dehan çekar hatin kuştin û plana wan ji bo êrîşê vala hate derxistin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Helebê jî pevçûnên 8 roj berê destpê kiribûn didomin û di pevçûnên ku heta vê sibê dewam kirin e de bi dehan çete hatin kutşin û hinek jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê hate gotin ku komên çete bi tang, hawanan û çekên giran taxên kurdan topbaran dikin û hewl didin têkevin taxan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnên li Helebê de şervanê YPG’ê Nûredîn Qehreman Gulo jiyana xwe ji dest da ye û nasnameyên 2 şervanên ku li herêma Girê Spî û Qamişlo jiyana xwe ji dest dane jî dê di rojên pêş de bêne aşkerakirin.