YPG: Di pevçûnên 24 saetan de 37 çete hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên 24 saetan de 37 çete hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên 24 saetan de 37 çete hatin kuştin
Navena Ragîhanina YPG’ê bidaxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku hêzên wan dest bi hemleya 3’yemîn a ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ kirin. di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnên ji duh ve li Serêkaniyê, Tirbespiyê, gundê Dawidiyê yê Til Temir û Girî Spî de 37 çete hatine kuştin û gundê Çafa hatiye rizgarkirin. YPG’ê da zanîn ku di van pevçûnan de şervanek YPJ’ê û 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe jidest dane.
Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê derbarê pevçûnên li Serêkaniyê, Girê Spî, Tirbespiyê û gundê Dawidiyê yê Til Temir ku ji duh ve di navber hêzên YPG’ê û çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) Eniya El-Nusra qewimîne daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî rizgarkirina gundê Elok ê Serêkaniyê ji destê komên çeteyan, YPG’ê beriya 2 rojan dest bi hemleya 3’yemîn a ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama hamleyê de serê vê sibê hêzên YPG’ê gundê Çafa û mezreyên derdorê ku komên çete wek navend bi kar anîbûn rizgar kirin. Her wiha zêdeyî 30 endamên komên çete hatin kutşin û 2 hawanên 120, doçkayek 12.5 m, doçkayek 14.5, 5 qilêş, 6 wesayît û 2 alavên bê têl hatin destserkirin.
Di berdewam daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnên li Serêkaniyê de şervanek YPJ’ê û 2 şervanên YPG jî jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şevê din komên çete êrîşî benda kontrola YPG’ê ya gundê Dawidiyê ku di navbera Til Temir û Serêkaniyê de kirine û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de 2 êrîşkar hatin kuştin û komên çete paşde reviyan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li wê herêmê hîn didomin û heta niha cenazeyên komên çete li meydana şerin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li herêma Kobanê de jî pevçûnên demî li derdora gundê Sûsik didomin û şevê din hêzên YPG’ê 4 çete kuştin.
Derbarê pevçûnên li Tirbespiyê de jî di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku pevçûnên li derdora gundên Xerdûga û Mihemed Diyab didomin. Di daxuyaniyê hate gotin 2 endamên komên çete di wan hatine kuştin.
Di dawiya daxuyaniyê hate gotin ku hêzên YPG’ê dê opersyona xwe ya li dijî komên çete bidomîne û dê hemû herêmên Rojava ji destê êrîşkaran rizgar bikin.