YPG: Divê koalîsyona Sûriyeyê lêborînê bixwaze

YPG: Divê koalîsyona Sûriyeyê lêborînê bixwaze

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê îdîayên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku îdîa dike hêzên YPG’ê li gundên Til Hemîs komkujî pêk anîne, derewandin û destnîşan kir ku divê Koalîsyonê lêborîna xwe ji pêkhateya Ereb û şervanên YPG’ê bixwaze. Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistin û saziyên mûxalefeta Sûriyeyê hate kirin ku piştgiriya hêzên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bikin û hemû rastiya çeteyên ku bi navê mûxalefeta Sûriyeyê tevdigerin aşkera bikin.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de wiha tê gotin:

"Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûriyeyê duh bi daxuyaniyekê îdîa dike ku hêzên me li dijî welatiyên sivîl li gundên girêdayî bajarokê Til Hemîs komkujî pêk anîne û ev yek şermezar kir.

Me wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beriya niha bi awayekî fermî îdîayên bi vî rengî derewandin. Lê belê kesên ku komkujiyên qirêj li dijî welatiyan pêk tînin, Rêxistina DAIŞ a teror e û bi rêya van komkujiyan dixwaze têkçûna xwe li hemberî berxwedana yekîneyên me veşêre û wêneyê YPG’ê ku bi temamî dûrî van kiryaran e, reş bike.

Daxuyaniyeke bi vî rengî ku ji aliyê Koalîsyonê ve derdikeve armanca wan jî ew e ku kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên herêmê veşêre. Di heman dema ku çeteyên DAIŞ’ê taxên sivîl ên bajarê Qamişlo bi awayekî tevlîhev topbaran dike de, jin û zarokan li pêşiya çavên Koalîsyonê dibin qurbaniya hovîtiya van çeteyan. Her wiha li herêma Kobanê jî êrîşan pêk tînin û li Şengalê jî komkujiyên herî qirêj pêk anîn û me tu helwest ji Koalîsyonê li dijî van kiryaran nebihîst. Li aliyê din yekîneyên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê serketinên mezin bi dest xistin û di dema em hewl didin bi hemû tûgay û tabûrên Artêşa Azad re hevkariyekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk bînin, Koalîsyon bi daxuyaniyeke ku dûrî rastiyê ye derdikeve holê.

Armanc ji vê helwesta ku bê berpirsiyar e, ji aliyê Koalîsyonê ve derdikeve, di serî de xizmeta çeteyên DAIŞ’ê dike û dikeve çarçoveya sorkirina pêkhateyên herêmê û derxistina tevliheviyê di navbera wan de û hewl didin wekî şerê Kurd û Ereban bi nav bikin.

Em bi bîra Koalîsyonê tînin ku bi dehan ciwanên Ereb, Suryan û ji hemû pêkhateyên herêmê li gel birayên xwe yên Kurd li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bê hempa dane meşandin û qirêjiya çeteyan ji herêmên xwe dûr xistin.

Koalîsyon piştî ku ev daxuyaniya dûrî rastiyê da, divê di serî de lêborîna xwe ji pêkhateya Ereb û şervanên YPG’ê bixwaze, ji ber ku ew bi van helwestên xwe kiryarên çeteyên DAIŞ’ê bi kuştin, talan û diziyê yên li dijî hemû pêkhateyên herêmê vedişêre.

Em bang li hemû rêxistin û saziyên opozîsyona Sûriyê bi hemû rengên wan ên siyasî, leşkerî û civakî dikin ku piştgiriya hêzên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bikin û hemû rastiya hemû çeteyên ku bi navê opozîsyona Sûriyeyê diaxivin aşkera bikin."