YPG'ê 14 gundên rizgar kir, operasyon dewam dike

YPG'ê 14 gundên rizgar kir, operasyon dewam dike

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku di encama operasyona şoreşgerî ya ji bo bêbandorkirina xeteriya DAIŞ'ê ya li ser herêma Qamişloyê de 14 gund û hejmarek mezra hatine rizgarkirin. YPG'ê destnîşan kir ku operasyon bi awayekî serketî dewam dike. Hat ragihandin ku li gundên Ebu Guseyf û Şermux ên li bakurê Til Hemîsê pevçûn dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê operasyon, şer û pevçûnên ji duh û vir ve li Rojavayê Kurdistanê diqewimin de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê roja 13'ê Îlonê bi armanca bêbandorkirina xeteriya DAIŞ'ê ya li ser herêma Qamişlo dest bi operasyoneke şoreşgerî kirine.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de heta niha 14 gund û hejmarek mezra hatine rizgarkirin û operasyon jî bi awayekî serketî dewam dike. Li gorî daxuyaniyê li gundên Ebu Guseyf û Şermux a dikeve bakurê Til Hemîs'ê pevçûn hîn jî didome.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku operasyona li dijî çeteyên hewl didin li herêmê komkujiyan bikin jî dewam dikin û agahiyên li ser vê operasyonê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên ji duh êvarê ve diqewimin de ev agahî da:

"Çeteyên DAIŞ'ê êvara 14'ê Îlonê li hember gundên Cibil Ferac, Derbazinê, Mişko, Haci Îsmaîla û Girê Zaxros ên li rojavayê Kobanê û Gire Şehîd Xabûr ê li başûrê Kobanê bi topên hawan û obûsan êrîşêk lidar xistin. Êrîşa çeteyan heta sibeha 15'ê Îlonê berdewam kir.

Êvara 14'ê Îlonê hêzên me li nêzîkî gundê Gêtaşê yê li rojavayê Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiyêk lidarxistin. Di çalakiyê de wesaîtek çeteyan hat rûxandin lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Roja 14'ê Îlonê li hember çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Ravya yê li  rojavayê Serêkaniyê xwe bi cih kiribûn çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 3 wesaît hat rûxandin û depokeye avê ya çeteyan bikar dianîn jî hat xerakirin. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çê bûye.

Êvara 14'ê Îlonê yekîneyek çeteyên DAIŞ xwest ji gundê Arcê yê li bakur rojavayê Cezaa bikevin qadên hêzên me, lê piştî hêzên me bersiv dan çete neçar man vekişin.

Şeva 14'ê Îlonê çeteyên DAIŞ li hember navçeya Rebîa ya Mûsilê êrîşêk pêkanîn. Hêzên me di cih de bersiv dan çeteyan û derb li wan xistin. Di encama destwerdena hêzên me de çeteyan derb xwarin û neçar man xwe vekişînin.

Êvara 14'ê Îlonê çeteyên DAIŞê xwestin ji 2 baskan ve bikevin taxa Ferîla û Xwêran a li başûrê Hesekê. Hêzên me li her du cihan de derb li çeteyan dan û çeteyan neçar man xwe vekişînin. Kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."