YPG’ê 17 gundên herêma Til Hemîs rizgar kirin

YPG’ê 17 gundên herêma Til Hemîs rizgar kirin

Di hemleya ku YPG’ê li ser daxwaza pêkhateyên herêma Tirbespiyê li dijî komên çete dabû destpêkirin de, 17 gundên li rojavayê bajarokên Til Hemîs û Til Berek hatin rizgarkirin.

Hemleya ku YPG’ê li ser daxwaza pêkhateyên herêma Tirbespiyê li dijî komên çete dabû destpêkirin, di roja 4’emîn de didome. Di operasyonê de li rojavayê bajarokên Til Hemîs û Til Berek gelek gund hatin rizgarkirin.

Di pevçûnên ku duh di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de derketin de gelek çete hatin kuştin. Komên çete cenazeyên xwe li pey xwe hiştin û ji herêmê reviyan. Hate gotin ku ji çeteyên ku hatine kuştin navên duyan ji wan Ebo Elî El-Ensarî û Ebo Silêman Hicêra ye.

Di pevçûnên duh de gundên Ebo El-Ros, Til Hesen û Tilîn Etfehî yên li rojavayê Til Hemîs ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgarkirin.

Li gorî çavkaniyên YPG’ê, di encama operasyonên 4 rojan de li herêma Til Hemîs û Til Berek bi giştî 17 gund hatin rizgarkirin.

Navên çend gundên din ên hatine rizgarkirin wiha ne: El-Hilo El-Werdiyê, Esbîh, Recim El-Xenoş.

Hate ragihandin ku dorpêçkirina bajaroka Til Hemis di dome û hêzên YPG’ê li aliyê başûr, rojhilat û bakurê Til Hemîs ve pêş dikevin. Hate gotin ku  hêzên YPG’ê ji aliyê Til Koçer 3 kîlometre nêzî Til Hemîs bûne.