YPG’ê 3 gundên din rizgar kirin

YPG’ê 3 gundên din rizgar kirin

Di operasyona ku hêzên YPG’ê di 26’ê Kanûnê de li başûrê Qamişlo û Tirbespiyê li dijî çeteyan daye destpêkirin  û hîn didome de 3 gundên din jî hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatîn girtin hêzên YPG’ê îro li bakûrê bajaroka Til Hemîs gundên bi navê Ebû Tiwêna, Quwêtle û Metmuse ji çeteyan rizgar kirin. Hate ragihandin ku şer li gundê Emûrûs dijwar bûye.

Hate gotin ku dorpêçkirina bajaroka Til Hemis a ji aliyê YPG’ê ve jî didome.

Li aliyê din piştî ku bajaroka Til Berek duh ji aliyê YPG’ê ve ji çeteyên Liwa El Tewhîd û Cephet El-Nusra yên ku ev 8 mehbûn têde bûn hate rizgarkirin, welatî vedigerin malên xwe. Hate gotin ku çeteyan depoya genim vala kiriye û hemû alavên di avahiyên fermî yên wekî postexaneyê de jî dizîne.