YPG’ê 3 gundên din rizgar kirin

YPG’ê 3 gundên din rizgar kirin

Di operasyona ku YPG’ê li herêma Til Berek li dijî komên çete daye destpêkirin de 3 gundên din jî ji hatin rizgarkirin. Li aliyê din çeteyan 3 welatiyên sivîl ên ji gundê Ibêtix kuştin.

Di çarçoveya pêngava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li herêma Til Hemîs û Til Berek dabû destpêkirin û hîn didome de, piştî pevçûn dijwar ên duh gundên Itfêhî Xerbî, Itfêhî Şerqî û Ibêtix ên li rojavayê bajaroka Til Hemîs hatin rizgarkirin.

Li başûrê Til Hemîs û gundên Qurtoba û El-Xerbiyê ku çeteyan ev dever ji bo veguhastina çekan bi kar di anîn jî, pevçûn didomin.

Piştî rizgarkirina gundê Ibêtix derket holê ku çeteyan 3 welatiyên sivîl bi hinceta ku alîkariya hêzên YPG’ê dikin kuştin û cenazeyên wan avêtin çolê. Welatiyên gund jî piraniya wan ji ber çeteyan ji gund koçber bûn.

Ji 3 welatiyên hatine kuştin navên duyan ev in: “Xizir El-Teyf, Ebdilbarî Mihemed El-Berho” Cenazeyên welatiyan ji aliyê şervanên YPG’ê ve li heman herêmê hatin definkirin.