YPG`ê 35 şervanên nû mezûn kir

YPG`ê 35 şervanên nû mezûn kir

Perwerdeya şervanên YPG’ê didomin. Akademiya Şehîd Xebat a YPG'ê li herêma Dêrikê, dewreya perwerdeyê ya 35 şervanên YPG`ê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Xebat a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Dêrikê, ji bo berendamên nû yên YPG'ê dewreya perwerdeyê destpê kiribû. 35 endamên dewreyê der barê mijarên ramyarî û leşkerî de hatin perwerde kirin. Dewreya ku 15 rojan dewam kir bi merasîmekî bi dawî bû.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê Reşîd Dêrik der barê erkên şervanên YPG`ê yên parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Dêrik da zanîn ku tevlîbûna nava refên YPG`ê tê wateya tevlîbûna nava şoreşa azadiyê.

Piştî axaftinê endamên dewreyê soz dan û bawernamê xwe girtin. Merasîm bi siloganên dilsoziya cangoriyên Kurdistanê, YPG`ê û YPJ`ê re bidawî bûn.