YPG'ê 4 wesayîtên bombebarkirî, bêbandor hişt
YPG'ê 4 wesayîtên bombebarkirî, bêbandor hişt
YPG'ê 4 wesayîtên bombebarkirî, bêbandor hişt
Komên çeteyên ev demek herêma Til Hemîs wek navendêk êrîşên maşinên bombe barkirî li dijî şêniyên herêma Cizîrê bikar dianî. YPG’ê îro di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku piştî bajarokê Til Berek hate rizgarkirin, li bajarok 4 wesayîtên teqemenî barkirî hatin bêbandorkirin.
Operasyona Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li ser daxwaza gelên herêma Til Hemîs li herêma Til Hemîs li dijî komên DAIŞ dabû destpê kirin, didome. YPG’ê îro di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku piştî bajarokê Til Berek hate rizgarkirin, li bajarok 4 wesayîtên teqemenî bar kirî hate bêbandor kirin.
Di malperê de hate ragihandin ku hêzên YPG'ê teksiyek, kamyonek biçûk, pîkabek û mînîbusek ku çeteyan bi bombeyan bar kiribû, bêbandor hiştine. Hate gotin ku Çeteyên DAIŞ'ê navenda postexanê û navenda yêm ên Til Berek wek cihê amadekirin maşinên bombe barkirî û mayînan bikar tanîn. Çeteyan bi sedan bombe û mayînên ku di van navenda de çêkiribûn, li ser riya û malan bi cih kiribûn.