YPG’ê 7 navendên komên çekdar bi dest xist

YPG’ê 7 navendên komên çekdar bi dest xist

Hêzên YPG’ê li derdora gundê Çafa ya Serêkaniyê 7 navendên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra bidest xist.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, operasyona YPG’ê ya li gundê Çafa şevê din saet di 23.30’an destpê kirbû û heta niha didome. Di operasyonê de gundê Çafa bi temamî ji komên çekdar hatibû rizgarkirin. Piştî rizgarkirina gund operasyona YPG’ê di navbera Çafa û Mişrafa de dom kir. Di operasyona heta niha didome de hate zanîn 7 baragehên komên çekdar yên li derdora gundê Çafa hatin bidestxistin. Hate hînbûn ku di şerên ku hîn didomin de li baregehên komên çeteyan de hawanek, wesayîtek leşkerî, gelek cebilxane û çek hatine destserkirin.

Di dema rizgarkirina gundê Çafa de şevê din 6 wesayîtên ku doçkayên 14.30 li ser bûn û 2 motorsiklet hatin desteserkirin, wesayîtek hate rûxandin, gelek cebilxane hate bidestxistin. Her wiha hate gotin ku gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Opersyona hêzên YPG’ê hîn didome.