YPG'ê avêt ser navendên çeteyan: 6 kuştî

YPG'ê avêt ser navendên çeteyan: 6 kuştî

Hêzên YPG’ê li dijî navendên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên ên li gundê Mişrafa, ku 4 kîlometrî dikeve başûrê Serêkaniyê çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 6 çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên ser bi El Qaîdeyê hatin kuştin 3 çete jî birîndar bûn. Di çalakiyê de wesayîteke çeteyan hat rûxandin û yek jî hat derbkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên YPG’ê li Serêkaniyê duh saet di 18.00’an de li dijî navendên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên li gundê Mişrafa çalakî lidarxistin. Hate hînbûn ku hêzên YPG’ê di çalakiyê de çekên giran bikar anîne. 

Li gorî agahiyan, di encama çalakiya ku 2 saetan dewam kir de, navendên komên çete hatin şewitandin, 6 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatin kuştin, 3 birîndar bûn, wesayîtek hate rûxandin û wesayîtek hate derbkirin.

Li aliyê din, çavkaniyên hermî diyar kirin ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hêzên xwe li gundê Mişrafa, Til Xelef û Esfer Necar zêdekirine. Heman çavkaniyan da zanîn ku hêzên YPG’ê jî li herêmê tedbîrên xwe zêde kirine da ku bersiva êrîşeke gengaz a li dijî Serêkaniyê bidin.