YPG’ê Banga Cenevre dawetî navendên xwe kir
YPG’ê Banga Cenevre dawetî navendên xwe kir
YPG’ê Banga Cenevre dawetî navendên xwe kir
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) peyamek derbarê bikar anîna mayînan de, ji Banga Cenevre (GENEVA CALL) şand. Di peyamê de hate gotin ku helwesta YPG'ê bi hemû awayî li dijî bikar anînan mayînên kesane. Ji bo gumanê Banga Cenevre wan dawetî navendê xwe kir.
Di nameya ku li ser malpera fermî ya YPG'ê hate weşandin de, hate gotin ku peyama YPG'ê wek bersiva nameya banga Cenevreyê hatiye û wiha hate diyar kirin: "1-Siyasetên me di piratîkê de diyar e. Her dem em li dijî mayînên kesan derketine û di hevdîtina me ya yekem bi were me ev mijar nîqaş kirin. Em wekî YPG'ê xwedî helwestek diyar in. Tevlî ku madeyek taybet bi mayînan di rêziknameya me de tune ye, lê dema bi kes mayîna bi kar bînin dê li gorî madeya 18'an a rêziknameya YPG'ê bêne dariznandin."
EM GUMANÊ BANGA CENEVRE PARVEDIKIN
Di peyamê de hate diyarkirin ku gengaz e di demên pêş de di rêziknameya were sererastkirin û beşek taybet bi mayînan bê danîn. Di peyama YPG'ê de hate destnîşankirin ku YPG'ê gumanê rêxistina Banga Cenevre û li dijî bikaranîna mayînade parvedike û peyam wiha dom kir: "Di şer û pevçûnan de bandora mayîna ya neyînî li ser xwezayê û mirovan heye. Hin şervanên me bi mayînên ku çeteyan çandibûn şehîd bûne. Grûpa me ya rakirina mayîna heye û me gelek mayînên ku çeteyan li Til Koçer û Tiwêna de çandbûn rakirin. Paqijkirina bajaran ji mayînan ku ji aliyê hêzên me pêk hatin bi deng û dîmenan hatine kişandin.
Derbarê endametiya di nava YPG'ê de me di rêziknameya xwe de bal kişandiya ser temenên kanûnî yê endametiyê û me diyar kiriye ku kesên li gorî rêziknameyê tevnegere dê li gorî qanûnan bê darizandin û ev agahî hatin danîn. Tevlî ku hin binpêkirinên kesayîtî çêbibin jî, lê li gorî madeyê dê kesên binpêkirinan bikin wê bêne darizandin.”
'KESÊN ZAGONAN BINPÊ BIKIN DÊ BÊN DARIZANDIN'
Di xala 3' yan a peyamê de hate destnîşankirin ku rapor û îdayîn çapemeniyê ku dibêjin YPG'ê zarokan bikar tînin ji rastiyê dûrin û li ser esasê agahiyên şaş hatine destnîşankirin û wiha di nameyê de hate gotin: "Di demên dawî de Fermandariya Giştî ya YPG'ê peyamek ji hemû tabûr û tûgayên xwe yê li hemû deveran re şand û diyar kir ku kesên zagonan bin pê bikin dê bêne darizandin."
YPG’Ê BANGA CENEVRE DAWETÎ NAVENDÊ XWE KIR
Di peyamê de hate xuyankirin ku rewşa jinan taybete û ev agahî hate dayîn: "Me di zagonên xwe de rewşa jinan diyar kiriye. Jinên ku 18 sal ne kirine di navendên taybet de û dûrî eniyên şer li gorî bernameyên taybet di milê siyasî, fikrî têne perwerdekirin. Em we dawet dikin ku hûn serdan van navenda bikin û wan bi xwe ziyaret bikin."
Di peyamê hate gotin ku hêzên YPG'ê dikarin hawa amadebikin da ku hûn bi rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava re bikevin nava peywendiyê de û mijara bikaranîna zarokan li ser bendên wan ên kontrolê nîqaş bikin û wiha dawî li peyamê hat: "Li gorî agahiyên derbarê Asayîşa Rojavaya Kurdisan ketine destê me ku hin kesên ji 18 salî biçûktir li ser bendê kontrolê hatine erkdar kirin."