YPG’ê bersiv da êrîşan: 11 leşker hatin kuştin

YPG’ê bersiv da êrîşan: 11 leşker hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Helebê li hemberî topbarana rejîma Baas a Sûriyeyê, çalakiyek bersivdayînê lidar xist û di encamê herî kêm 11 leşker hatin kuştin, her wiha tangek jî hate ruxandin.

Fermandariya Herêma Helebê ya YPG’ê der barê êrîşên rejîma Baas ên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsud û Eşrefiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên  rejîmê êrîşek hovane li dijî Taxa Şêxmeqsud pêk aniye û di van êrîşan de gelek welatî hatine qetilkirin û ziyana maddî çêbûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser van êrîşan hêzên YPG’ê çalakiya bersivdayînê li dar xistiye û wiha hat domandin:

“Yekîneyên Parastina Gel parastina gel jixwe re esas digire, lewre ji bo tolhildana şehîdên me yên sivîl me bersiv da êrîşan. Di vê çarçoveyê de me li başûrê Taxa Şêxmeqsud tangek ruxand û 11 leşker kuştin.”

 “Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG wê li gel hemû astengî û zehmetiyan jî parastina herêm û gel bike û wiha hat gotin: “Bila herkes zanibe ku emê wekî hêzek mertal a parastina gelê xwe li Helebê bin.”