YPG’ê bîlançoya şerê 3 rojan diyar kir
YPG’ê bîlançoya şerê 3 rojan diyar kir
YPG’ê bîlançoya şerê 3 rojan diyar kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 3 rojên dawî de şer û pevçûnên li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di navbera hêzên YPG'ê û komên çete de dijwar bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van şeran de bi dehan endamên komên çete hatine kuştin, gundê Elok hatiye rizgarkirin û komên çete xwe ji 3 gundên Tirbespiyê vekişandine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Helebê, herwiha berxweda YPG'ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 3 rojên dawî de di navbera hêzên YPG'ê û komên çete de pevçûnên herî dijwar qewimîne.
Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku pevçûn herî dijwar li herêma Serêkaniyê qewimîne û ev tişt hatin gotin: “Hêzên tarî ku DAIŞ /Cepet El-Nusra û çeteyên bi ser wan ve girêdayî nunertiya wan dikin bi çekên giran êrîşî gundê Elok ê Serêkaniyê kirin. Lê hêzên me bersiva wan dan û destanek dîrokî ya fedekariyê bi tîpên zêrîn nivîsand. Hêzên behsa mijarê bi hemû awayî ketin nava hewldanan ku Serêkaniyê û Dirbêsiyê ji hev qut bikin û êrîşî gundê Elok kirin. Li vê herêmê li ser daxaza gundiyan navendan jî bendên me yên kontrolê tunebûn. Me li ser daxwaza gundiyan û ji ber rêzgirtina li hemberî wan, bend ne danîbûn. Lê komên çete ev yek wekî fersent dît hejmareke mezin a çekdarên xwe yên pispor ji Dêra Zorê û Reqayê anîn herêmê û bi çekên giran, panzêr û tangan êrîş pêk anîn.’’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirkiyê jî piştgiriya êrişkaran kiriye, sînorê xwe ji wan re vekiriye û bi hemû îmkanên xwe piştgirî daye. Di daxiyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê li gel vê yekê jî bersiva êrîşan daye û wiha hate gotin: “Di encama pevçûnan de 60 êrîşkar hatin kuştin û tangek wan hate deribkirin. Bi dehan cenazeyên wan li meydana şer mabûn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên li gundê Elok de 7 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dane.Têkildarî pevçûnên li Girê Spî (Til Ebyed) jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Êrîşên komên çete ên DAIŞ/Cebhet El-Nusra û çeteyên girêdayî wan, heta vê kêliyê jî bi tang û çekên giran didomin. Dewleta Tirkiyê li vê herêmê eşkere piştgiriya çeteyan dike ku û dixwazin ji 2 aliyên sereke ve gundên Kobanê dorpêç bikin. Li dijî gundên Mehmûdiyê, Sewami Xefiye û ji aliyê gundê Sûsik ve jî êrîşên dijwar pêk tînin. Di nava 72 saetên derbasbûyî de pevçûnên dijwar qewimîne û di encamê de bi dehan êrîşkar hatine kuştine.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şerên li Girê Spî de 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane û ji wan 2 di encama guleyên leşkerên Tirk ên qereqola Numan Beg ya Akçakaleyê ya sinor de jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê pevçûnên li Helbê de hate gotin ku komên çete ên Artêşa Azad bi piştgiriya hin tabûrên kurd ku çetetî û ajaniyê ji komên bi navê Emin El-Muslimîn, DAIŞ û Emin El-Sewra ya girêdayî Artêşa Azad re dikin, êrîşan pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çeteyên êrîşkar bi tang û topan êrîşî taxên kurdan dikin û sivîlan hedef digirin. Hate gotin ku pevçûnên li vir didomin.
Derheqê eniya şer a Tirbespiyê de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: ‘‘Komên DAIŞ/Cebhet El-Nusra û çeteyên girêdayî wan li herêma Tirbespiyê li hemberî berxwedan YPG’ê têk çûn û xwe ji gundên Taya, Mazlûma û Mihemed Diyab vekişandin. Komên ku li ber berxwedan YPG’ê têk çûn gundê Mezlûman şewitandin û wêranî li gund pêk anî.”
Di daxuyaniyê de bang li rêveberên ENKS’ê jî hate kirin ku derbarê êrîşên li dijî herêmên Rojava de helwesta xwe nîşan bidin û wiha hate gotin: ‘‘Me di daxuyaniyek beriya niha de ji rêveberên Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) xwestibû ku derbarê êrîşan de helwesta xwe nîşan bidin. Heta niha tu daxuyanî ji ENKS’ê nehatine. Em daxwaza ji ENKS’ê dubare dikin û dibêjin bila helwesta xwe nîşan bidin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê dê heta dawiyê bersiva êrîşan bidin û nehêlin planên hêzên tarî yên li dijî îradeya gelê kurd biser bikevin.