YPG’ê bîlançoya şerê 50 rojan aşkera kir: 945 çete hatin kuştin
YPG’ê bîlançoya şerê 50 rojan aşkera kir: 945 çete hatin kuştin
YPG’ê bîlançoya şerê 50 rojan aşkera kir: 945 çete hatin kuştin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encamên şerê 50 rojan ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Helebê di navbera YPG'ê û komên çete yên girêdayî El Qaîde /Eniya El Nusra de derketine, eşkere kirin. Li bilançoya hatiye dayîn di şerê 50’î rojan de 945 endamên komên çete hatin kuştin, 79 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe jidest dan.
Rojnamevanên li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, li herêma Serêkaniyê li cihên şer û pevçûnan lêkolîn kirin. Rojnamevan di çarçoveya gera ku ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad ve hate organîzekirin û piştî destûrdayîna YPG’ê destpê kir de, li gundên Elok, Cafa, Dirdara û hin deverên din ên şer lêkolîn kirin û bi şervanên YPG'ê, her wiha welatiyan re hevpeyvîn çêkirin.
Rojnamevan piştî gera li Serêkaniyê vegeriyan Dirbêsiyê. Li vir Berdevkê Çapemeniyê yê YPG’ê Rêdûr Xelîl civînek çapemeniyê lidar xist û bilançoya şerên ji 16'ê tîrmehê û heta niha dom dikin, eşekere kirin.
Xelîl diyar kir ku êrîşên li ser Rojavayî Kurdistanê ji aliyên komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam û Eniya El-Nusra , her wiha hin komên Artêşa Azad di dema dawî de zêde bûne.
Xelîl destnîşan kir ku komên çete di êrîşên xwe de hewl dane ku siyaseta rêjîma Baasê bidin meşandin û herêmên Kurdan ji hev cuda bikin da ku karibin bi hêsanî desthiladariya van herêman bikin. Xelîl her wiha da zanîn ku bi êrîşên li ser herêma Çilaxa û Girkê Legê hatiye armanckirin ku herêma Dêrik û Qamişlo ji hev bê qutkirin. Xelîl got ku heman siyaset di êrîşa li gundê Elokê de jî hatiye meşandin û hatiye xwestin ku Serêkaniyê û Dirbêsiyê ji hev bêne qutkirin.
Xelîl, anî ziman ku hêzên wan hemû pilan û êrîşên li ser herêmê vala derxistine û gelek gund ji destê komên çete rizgar kirine.
Xelîl da zanîn ku operasyona wan a paqijkirina herêmê ji komên çete berdewam e û heta niha jî pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çete de ji deverên herêma Dêrikê heta navçeya Cindirêsê û gundê Qestel Cindo yên Efrînê berdewam dikin.
Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku me gelek caran Artêşa Azad agahdar kir ku tevlî êrîşên li dijî Kurdan nebe, lê mixabin hin ji kom û tabûrên wan beşdarî komên çete bûn û bi vê yekê şaştiyeke dîrokî dikin. Em wekî YPG’ê naxwazin li hemberî Artêşa Azad şer bikin û divê Artêşa Azad helwesta xwe ya derbarê DAIŞ'ê de zelal bike.”
Rêdûr Xelîl helwesta ENKS'ê ya derbarê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de jî rexne kir û got: “ENKS’ê helwesta xwe ya derbarê êrîşên DAIŞ'ê de baş diyar nekir. Daxuyaniya feyîdok ku ENKS’ê dabû gelekî dereng ma.”
Xelîl helwesta rêveberiya başûrê Kurdistanê jî rexne kir û got ku dema êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûn, rêveberiya Başûr sînor girtine û pêşmerge li ser sînor bicîh kiriye.
Rêdûr Xelîl piştre bîlançoya şerên li Rojava û Helebê ya ji 16'ê tebaxê û heta niha derketine jî eşkere kir û ev agahî dan: "Di vê demê de komên çete 945 endamên komên çekdar hatine kuştin. Komên çete di vê demê de 10 caran êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî û 11 caran jî êrîşên întîxarî pêk anîne."
Rêdûr Xelîl, destnîşan kir ku di van şeran de bi giştî 79 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe jidest dane.
Xelîl, di dawiya axaftina xwe de êrîşên komên çete yên li Hewlêrê jî şermezar kirin û bal kişand ku li ku derê be bila bibe, armanca çeteyan tevahiya kurdan e, lewre jî divê kurd li hemberî van hewldanan bibin yek û siyasetek hevpar bimeşînin.
Rêdûr Xelîl piştre jî pirsên rojnamevanan bersivandin û li ser pirsek wekî, "Tê gotin ku endamên YPG'ê ji bo artêşeke nû ya Suriyê ji bo civînên li Amerîkayê û Urdinê hatine vexwendin. Ev rast e yan na?" got ku tu kesî hêzên wan gazî nekirine.
Li ser pirsa têkildarî pevçûnên dinavbera DAIŞ û Artêşa Azad a li herêma Ezazê jî, Xelîl anî ziman ku di destpêka pevçûnan de Artêşa Azad ji wan alîkarî xwestiye, lê wan jî gotiye ku heta Artêşa Azad li hemberî gelê kurd helwesta xwe eşkere neke, tu alîkariyê nadin.