YPG’ê cejna Êzî pîroz kir

YPG’ê cejna Êzî pîroz kir

Bi boneya salvegera cejna Êzidiyan “Êzî” Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke pîrozbahiyê di malpera xwe ya fermî de weşand.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya cejna Êzî ya Kurdên Êzidî daxuyaniyekek pîrozbahiyê derxist û wiha têde hate gotin: “Bi boneya cejna Êzî ya gelê Kurd ên Êzîdî, em bi navê Fermandariya Giştî ya YPG’ê yên neviyên lehengê Kurd Derwêşê Evdê ku em ji bo evîna welat  xwe feda dikin, cejna Êzî pîroz dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Em cejna Êzî li hemû malbatên şehîdan ên Êzidî li seranserî Kurdistanê bi taybet li Rojava pîroz dikin. Gelê Kurd ên Êzidî di berxwedan, hez kirin, biratî, çand û zimanê xwe de wekî sembol tê naskirin. Tevî komkujiyên li dijî gelê Êzîdî di van sedsalên dawî de, lê nasnameya xwe ya neteweyî û çandî parast.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gelek ciwanên Kurd ên Êzidî li hemberî çeteyan li bajarê Serêkaniyê berxwedaneke bê hempa dane meşandin û herî dawî wekî şehîd Bêrîvan Aldar, Mustefa Sîno û Selah Eyo ji bo nirxên gel xwîna xwe  dan.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha anîn ziman: “Em bi hêvî ne ku cejna Êzî bibe roja yekîtiya gelê Kurd bi hemû aliyên wê, her wiha bibe roja azadiyê û hez kirinê. Em di dawiyê de cejna Êzî li hemû gelê Kurd ên Êzidî li seranserî cîhanê pîroz dikin.”