YPG'ê çeteyên DAIŞ'ê xist kemînê: 19 çete hatin kuştin
YPG'ê çeteyên DAIŞ'ê xist kemînê: 19 çete hatin kuştin
YPG'ê çeteyên DAIŞ'ê xist kemînê: 19 çete hatin kuştin
Şer û pevçûnên di 15’ê Îlonê li her sê eniyên herêma Kobanê hatin destpêkirin dewam dikin. Di encama du çalakiyên şervanên YPG'ê yên hemwext de 19 çete hatin kuştin û Girê Dolê jî hat rizgarkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şervanên YPG’ê şevê din li başûrê Kobanê kemînek li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewl didan pêşde werin danin.
Di encamê de herî kêm 4 çete hatin kuştin. Her wiha piştî kemînê li derdora Girê Dolê şer û pevçûn di navebera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Di encamê de şervanên YPG’ê Girê Dolê ji çeteyan rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewl dan li gundê Siftikê yê rojavayê herêman Kobanê bi pêş bikevin rastî bersiva şervanên YPG’ê hat. Di encamê de şervanên YPG’ê êrîşên çeteyan şikandin.
Şervanên YPG’ê li başûrê herêman Kobanê çalakiyek dijî çeteyên DAIŞ’ê lidar xistin. Di encamê de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha cenazeyê 5 çeteyên DAIŞ’ê li gel çekên wan ketin destê şervanên YPG’ê.
Çeteyên DAIŞ’ê neçar man piştî vê çalakiyê ji herêmê vekişin.
Dîsa li rojhilatê herêman Kobanê şer û pevçûn dewam dikin.