YPG’ê der barê pevçûnên Kobanê de daxuyanî da
YPG’ê der barê pevçûnên Kobanê de daxuyanî da
YPG’ê der barê pevçûnên Kobanê de daxuyanî da
Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Kobanê der barê pevçûnên li herêma rojavayê Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir 2 ciwanên welatparêzên ku bi YPG’ê re li dijî çeteyan şer dikirin û 2 şervanê YPG’ê ku têkilî bi wan re qut bibû jiyana xwe ji dest dane.
Têkildarî pevçûnên li rojavayê Kobanê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li herêma Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 4’ê Tebaxê de, dema komên çete yên terorîst êrîşî gundên Qenaya û Îlecax Eban kirine pevçûn li herêma rojavayê Kobanê destpê kiriye û heta 18’ê Tebaxê dom kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin pevçûn û berxwedana li dijî êrîşên komên çete yên li dijî mirovahî li gundên derdorê yên wekî Qordiyan, Çeqel Wêran, El Boraz, Dugirman û Sehil Iwênê belav bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di bersivdayîna li hemberî êrîşan de gel li kêleka şervanên YPG’ê cih girtine û berxwedaneke dîrokî hatiye nîşandan.
Di berdewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di pevçûnên 15 rojan de, gelê herêma rojavayê Kobanê berxwedaneke bêhempa nîşan daye, di encama berxwedan û lehengiya şêniyên gundên herêmê û şervanên YPG’ê de komên çete yên bi navê Eniya El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad neçar mane ku xwe paşve bikişînin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku pevçûnên roja yekem li gundê Qenaya û Îlecax qewimîne, di encamê de ciwanên bi navê Şewket Bekir û Yûsif Şukrî Bekir ên ji gundê Îlecaxê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şewket Bekir û Yûsif Şukrî li ser girê gundê Îlecaxê, li dijî êrîşkaran rojekê bi temamî li ber xwe dane û heta nefesa xwe ya dawî şerê komên çete kirine û ev tişt hate gotin: ‘‘Her du ciwanên gelê Kurd ên welatparêz li dijî komên çete parastina herêmê kirin û her du ciwanên qehreman bi lehengî tevlî nava karwanên şehîdên azadiyê bûn.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di roja 2’yemîn a pevçûnên li gundê Qenaya têkiliya hêzên YPG’ê bi 4 şervanan re qut bûye û wiha dom kir: ‘‘Di pevçûnan de 13 rojan de têkiliya me bi 4 şervanên me re qut bû, piştî lêkolînê hate hînbûn ku şervanên me Ciwan Efrîn û Mistefa Mehmûd Bozan ku di nava 4 şervanên me yên wendayî de bûn, jiyana xwe ji dest dane. Der barê 2 şervanên me yên din de jî lêgerîn hîn didome û dema me agahî bi dest xistin em ê bi raya giştî re parve bikin.’’
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘‘Em soz didin gelê xwe û her 4 şervanên ku ji bo parastina welatê xwe canê xwe dan, em ê tola wan hilînin, heta azadiya gelê xwe li ser rêya wan bimeşin û li dijî hêzên tarî şer bikin.”